3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sibê ji bo Jîna Emînî li Rojhilat boykot heye

Di 13’yê îlonê  roja sêşemê de li paytexta Îran Tahranê  karmendên dewletê yên bi navê ‘geşt û erşad’ ku li kolanan cil û bergên jinan kontrol dikin,  ciwana kurd Jîna Emînî (Mehsa Emînî) ya 22 salî bi hinceta xwepêçandana wê (hicab) neguncav e binçav kirin. Piştî binçavkirinê Jîna Emînî bi îşkenceyê hat kuştin.

Bi armanca şermezarkirina kuştina Jîna Emînî li bajarên rojhilatê Kurdistanê  xwepêşandan hatin lidarxistin. Heta niha gelek kes hatine binçavkirin û welatiyê bi navê Kiyan Direxşan jî ji aliyê polîsên Îranê ve hatiye kuştin.

Li ser mijarê me xwe gihand kurdên Rojhilatê. Jina rojhilatî ya ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bide ji Rojnameya Xwebûnê re behsa veşartina Jîna Emînî, nêzikatiya hikûmetê û bertekên di nav civakê de kir.

Jîna bi Sirûda Neteweyî hat veşartin

Li gor agahiyên ku çavkaniya me da hêzên ewlekariyê yên hikûmetê ji malbatê xwestine ku li gor daxwaza wan cenaze di seatên serê sibê yên zû de veşêrin da ku kes li goristanê kom nebe.  Dema malbatê cenazeyê Jîna Emînî girtiye nexwestiye cenaze tenê defin bike. Hêzên ewlekariyê xwestine tundî li malbatê bikin lê kurdên ku li goristanê kom bûne nehêştine ku hêzên ewlekariyê êrîşê malbatê bikin.

Hat diyarkirin ku bi hezaran kes li goristanê  kom bûne û di dema merasîma veşaratina cenaze de Sirûda Neteweyî  xwendine. Piştî ku girse bi dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’  ji goristanê derketiye di navbera hêzên dewletê û girseyê de gengeşî qewimiye. Gengeşiya li Saqizê heta seatên êvarê berdewam kiriye û gelek kes di van gengeşiyan de birîndar bûne. 14 kes hatine binçavkirin û tê texmînkirin ku dê hejmara girtiyan zêdetir bibe.

Hemû civak bû yek

Ji xeynî Saqizê li navenda Kurdistanê li bajarê Sine jî xwepêşandan hatine li darxistin. Li Sine jî hêzên leşkerî ketine nav bajaran û ditirsin ku çalakiyên mezintir derbikevin.  Hat diyarkirin ku cara yekemîne hemû partiyên siyasî, sazî û dezgehên kurd ji hev cudatir lê di heman rojê de daxuyanî dane û xwestine ku li hemû Rojhilatê roja duşemê (19’ê îlonê) hertişt were boykotkirin û tu dan û standin neyên kirin. Her wiha di nav civaka Îranê de jî cara yekemîn e ku kesên navdar bi dengekî wiha bilind bertekên xwe tînin ziman.

Mixabin li Îranê mijarên ku li ser jinan pêk tên ji aliyê hikûmetê ve nayê dîtin. Di nav Kurdistanê de gelek caran ji ber tacîz, tecawiz û tundiya li ser jinan xwepêşandan hatine li darxistin lê mixabin hikûmeta faşîst nahêle ku di qanûnan de tu guhertin çêbibin. Ji ber ku vê carê xwepêşandan girseyîne dibe ku di qanûnan de hin guhertinên biçûk werin kirin lê civaka Îranê ne li bendê ye ku qanûn di bingehê de bên guhertin.

Li hemû Îranê dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ olan dide

Hat hînbûn ku daxuyanî datiye dayîn ku îro saet di 17:00’an de li çend bajaran xwepêşandan bên li darxistin. Ji duh de li Îranê ji her qadên jiyanê dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ tê bihîstin. Li Zanîngeha Tahranê xwendelkar ji bo kuştina Jîna Emînî meş li daraxistin û bertekên xwe anîn ziman. Her wiha hat diyarkirin ku partiyên siyasî yên aliyên fars ji bo Jîna Emînî du rojan şîn îlan kirine.