26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Başûr liv û tevgerên xeternak

Di operasyona Tirkiyeyê ya li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê didome. Hat ragihandin ku PDK’ê hêzeke zêde ya pêşmergeyan sewqî Amediyê û Metînayê kir. Di encama teqînekê de 5 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan û sedema teqînê nayê zanîn. Li gorî hinek îdiayan teqîn ji ber êrîşeke hewayî çêbûye û PDK jî îdia dike ku ji ber mayînê teqîn çêbûye.

Li gorî nûçeyeke ku Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) derbas kir; di saetên serê sibehê, derdora 04.00’an PDK’ê hêzeke zêde ya pêşmergeyan sewqî qadên ku gerîlayên HPG’ê kir. Hat diyarkirin ku di nav konvoya leşkerî ya PDK’ê de maşîneyên zirxî, ambulans û maşîneyên taybet ên erazî jî hebûne.

Bang li gel û hêzan kirin

Li ser vê yekê HGP’ê sewqiyatên ber bi qadên gerîla ve daxuyaniyek da û wiha got: “Ev hêz dixwazin bikevin qadên hêzên me yên li Metîna. Em li dijî dewleta tirk a dixwaze Kurdistanê dagir bike li ber xwe didin. Em bang li van hêzan dikin ku ji pişt ve hêzên me xençer nekin. Xwîna xwişk-bira nerêjin. Ji bo vê bang li hemû gelê xwe û hêzan dikin.”

Guleyên hişyariyê

Piştî sewqiyata serê sibehê ya PDK û hêzên Iraqê, demek şûn de li herêma Metînayê êrîşî kampên gerîla kirin. Li hember van êrîşan ji bo hêzên PDK’ê pêş ve neyên gerîla guleyên hişyariyê berdan.

Têkildarî mijarê HPG’ê jî ragihand ku bi armanca hişyarkirina hêzên PDK’ê ku ketine qada hêzên gerîla yên li Metînayê, gule bi hewayê ve hatine berdan û wiha gotin: “Piştî ku hêzên PDK’ê ketine qada kampa hêzên me yên li herêma Metîna bi armanca ku werin hişyarkirin bi çekên şexsî gule bi hewayê de hatine avêtin. Ji wesahitên zirxî yek jê ku guh neda vê hişyariya me û tevgera xwe domandî piştre çawa derb lê ketiye ji aliyê me ve nehatiye tespîtkirin. Tespît ne bûye bê ka mayineke berê hatiye danîn teqiyaye an jî êrîşeke hewayî çêbûye.”

Di encama êrîşên Tirkiyeyê de teqîn pêk hat

Herî dawiyê teqînek li Metînayê pêk tê û di wê teqînê de 5 peşmergeyan jiyana xwe ji dest dane. Der barê vê mijarê de Endamê Komîteya Ewlehî û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Mehdî Taqî axivî û  destnîşan kir ku pêşmergeyên li herêma Metîna, di encama êrîşên Tirkiyeyê de, jiyana xwe ji dest dane.

Mehdî Taqî têkildarî bûyera ku li herêma Metîna 5 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dane ji Ajansa Resmî ya Iraqê Bexdat El-Yemw re axivî. Taqî destnîşan kir ku pêşmergeyan di encama êrîşên dewleta tirk de jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne.

Operasyon dibe sedema mirinan

Taqî her wiha bêdengiya hikûmeta Iraqî ya li hember binpêkirinên ciddî yên Tirkiyeyê rexne kir û ev tişt anî ziman: “Ev bêdengî dihêle ku roj bi roj binpêkirina serweriya xaka Iraqê de berdewam bike, aramiya wê têk bide. Bi riya operasyonên leşkerî û êrîşên hewayî herî dawî îro bû sedema kuştî û birîndariyan. Ji hêzên pêşmerge yên ku di nav sîstema bergirî ya fermî ya Iraqê de têne hesibandin.”

Mehdî Taqî ji hikûmeta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî xwest ku pêşiya van binpêkirinên dewleta tirk bigire.