10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Bexdayê tevdîrên ewlekariyê û amadekariyên xwepêşandanan

Îro li Baxdayê tevdîrên mezin ên ewlekariyê hene û Wezareta Karên Hundir bang li hêzên xwe yên ewlekariyê kir ku çavdêrî û nobeta xwe ya li ber navendên partiyên siyasî zêde bikin. Îro dê dîsa alîgirên El Sedir bi xwepêşandanan nerazîbûnên xwe li dijî namzetiya Muhemed Şeyaa El Sûdanî bo serokatiya hikûmeta Iraqê, bînin ziman.

Li gel tevdîrên ewlekariyê yên berfireh îro ji serê sibehê de bi dehan alîgirên El Sedir berê xwe dan qada Rizgariyê ya Bexdayê.

Serokê parlamentoya Iraqê Muhemed Helbûsî bang li gelê Iraqê kir ku hişyar bin û rewşa Iraqê ber bi aloziyê ve nebin û wiha got: “Divê her kes bi berpirsiyariya xwe rabe û berjewendiyên Iraqê li ber çavan bigire.”

Li gorî agahiyên dawî bi hezaran alîgirên El Sedir li qada rizgariyê ya Bexdayê ku nêzî herêma kesek e  civiyan. xwepêşandêran dirûşmeyên piştgiriya xwe ya bi Muqteda El Sedir re anîn ziman her wiha nerazîbûna xwe ya ji bo namzetiya Muhemed Şeyaa El Sûdanî bo serokwezîrtiya Iraqê anîn ziman.