5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Botanê saziyên dewletê yekpare ji bo AKP’ê dixebitin

Hevserokê HDP'ê yê Şirnexê Abdullah Gungen diyar kir ku Waliyê Şirnexê û rayedarên dewletê li gundan ji bo hilbijartinê dixebitin û gefê li gel dixwin ku bibin endamên AKP'ê.

Xebatên ji bo hilbijartinên 14’ê gulanê yên partiyên siyasî bê navber didomin. Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Zeynep Dûrgûtê der barê xebatên saziyên dewletê yên ji AKP’ê re dixebitin de rewşa dawiyê ragihand.

Rêvebir û saziyên dewletê li Kurdistanê piştî eleqeya ku ji bo Partiya Çepên Kesk dîtin, ji bo AKP’ê seferber bûne. Waliyê Şirnexê Osman Bîlgîn bi hin peywirdarên dewletê re li Şirnexê ji bo AKP’ê dengan kom dike û ji bo dengên xwe bidin AKP’ê gef li keyayên gundên herêmê dixwe. Walî li navçeyên Elkê, Qileban, Basa, Cizîr, Silopiya û navenda Şirnexê jî bi fermandarên herêmê yên payebilind re hevdîtinan pêk tîne. Walî Bîlgîn ku weke namzetê parlamenteriyê yê AKP’ê dixebite, li her derî propagandaya AKP’ê dike. Waliyê ku van xebatan dide meşandin, qeymeqamê Elkê Kemal Ulku ku çend roj berê bi cerdevanan re çûbû gundên Bate, Pîrosan û Aşka yên navçeyeyê geriyaye telefonê gundiyan desteser kirine û ala Partiya Çepên Kesk a li gundê Batê daxistiye û şewitandiye û gef li gundiyan xwariye û gotiye, “Heke dengek tenê jî ji Partiya Çepên Kesk re biçe, ez ê we hemûyan bişewitinim.”  Li gel berteknîşandina şêniyên gund qeymeqam bi cerdevanên xwe re ji gund derketiye.

Der barê xebatên saziyên dewletê yên herêmê de ku ji bo AKP’ê seferber bûne, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Abdullah Gungen axivî.

Walî çima îstîfa nake

Gungen diyar kir ku li herêmê walî û qeymeqam ne weke saziyên dewletê weke xebatkarên AKP’ê li qadan dixebitin û wiha axivî: “Ev ne cara yekem e ku rayedarên dewletê li vir xebateke bi vî rengî didin meşandin. Bi salan e waliyê dewletê, fermandar, leşker û qeymeqamên wan li vir polîtîkayên qirêj didin meşandin. Ev hêz ne tenê di pêvajoyên hilbijartinê de her tim van xebatên xwe li Botanê didin meşandin. Lê di hilbijartinên borî de em baş dizanin ku listîkên qirêj dan meşandin. Namzetên wan bi maşîneyên zirxî li taxan, li kolanan û li navçeyan digeriyan. Ji serdema HADEP’ê heta niha ev xebatên wan ên qirêj li vê herêmê her tim berdewam in. Îro waliyê Şirnexê ne weke waliyekî, ne weke saziyeke dewletê bi awayekî aşkera weke milîtanê AKP’ê li kolanan, li gundan û navçeyan xebatên hilbijartinê dide meşandin. Ne weke amîrekê dewletê ye, weke xebatkarekî AKP’ê ye. Ji ber vê em dibêjin bila îstîfa bike û biçe bibe rêveberê AKP’ê yan jî MHP’ê û xebatên xwe bide meşandin.”

Gungen wiha domand: “Rast e di pêvajoyên berê de walî, leşker û qeymeqaman xebatên bi vî rengî didan meşandin û ev xebat jî bi veşartî dikirin. Lê niha bi aşkera dikin. Her roj li gundekî, navçeyekê xebatên hilbijartinê didin meşandin. Rojekê jî nasekinin. Di van xebatan de gefan li gel dixwin. Malbatên ku ferdên wan di saziyên dewletê de dixebitin, gefê li wan dixwin û cerdevanên ku dengê xwe didin partiya me bi çekên wan gefê li wan dixwin. Bi nanê gel dilizîn û polîtîkayên xwe yên terbiyekirina aboriyê didin meşandin. Bi vê rêbazê dixwazin ku civakê bitirsînin û terbiye bikin.”

Rojên wan hejmartî ne

Gungen di dewama axaftina xwe de got ku ev xebatên rayedarên dewletê nîşan didin ku AKP xilas bûye û wiha got: “Lê tevî van zextan, gefan jî ew ê li vir bi ser nekevin. Ji ber ku têk çûne, niha li vê herêmê seferberî ragihandine û ji bo wê jî ji her aliyê herêmê ve rayedarên dewletê daketine qadan. Lê belê gelê me yê Botanê li dijî van polîtîkayan tu caran çok daneniye. Ev gel gelekî bişeref e û xwedî rûmet e û her tim xwedî li dengê xwe derketiye. Hewce nake ku ev qasî seferber bibin, ji ber ku navnîşana vî gelî diyar e. Çi bikin bila bikin ev gel amade ye ku dora dibistanan bigirin û xwedî li sindoqên xwe derkevin. Ji ber vê jî baweriya me bi gelê me heye.Ev baweriya ku em bi gelê xwe tînin dê ser jî bikeve. Ev demên vê hikûmeta desthilatdar ê dawî ne. Ev 20 sal in li ser vê civakê zilm dikin. Dizanin ku ber bi tunebûnê ve diçin ji ber wê ji her saziyeke dewletê sûd digirin û bi kar tînin. Dixwazin ku bi van xebatên xwe li ser gelê me tirsekî ava çêkin, lê belê gelê me ev merhele derbas kiriye. Çi bikin bila bikin ev gel dê gav paşve ne avêje û 14’ê gulanê de li xwe û îradeya xwe xwedî derbikeve û bi ferqe mezin her çar namzetên xwe jî bişîne parlementoyê. ”

‘Em ê li ser sindoqan bersiv bidin’

Abdullah Gungen ji gelê herêmê daxwaz kir ku hişyar bin û ev bang kir: “Bangawaziya me ji gelê me re heye; em demên dîrokî re derbas dibin, barê me giran e û pêşiya me jî vekiriye. Ji bo ku van rojên tarî derbas bikin em destê xwe bidin hev du. Hin girseyên cuda dixwazin ku di nava me de provakasyonan bikin lê belê li hemberî van lîstikên banga me ew e ku gelê me neyê listîkên wan. Bi aramî em vê hilbijartinê derbas bikin. Em destê xwe bidin hev em ê bi ser kevin. Divê ku ciwanên me neyên provakasyonan. Ji ber ku di demên dawî de li ser navê partiya me hin provakasyon çêdikin û vê jî diavêjin stûyê partiya me. Em ê li hemberî van provakasyonan bisekinin. Em ê bersiva herî xurt di 14’ê gulanê de li ser sindoqan bidin.”