4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Dêrikê cotkarek bi ceyranê ve zeliqî û jiyana xwe ji dest da

Li Mêrdînê, cotkarê bi navê Davut Yildirim bi ceyranê ve zeliqî û jiyana xwe ji dest da.

Li navçeya Dêrik a Mêrdînê, cotkarê bi navê Davut Yildirim (52) li nav zeviya xwe mirî hat dîtin. Li gorî nûçeya ku Ajansa Mezopotamya (MA) derbas kiriye, bûyer li gundê Qesrikê qewimiye. Yildirim, serê sibehê ji bo biçi li zeviya xwe binêre ji malê derdikeve û demeke dirêj agahî jê nayê girtin. Piştî demekê malbat rewşa wî meraq dike û li pey wî diçe nav zeviyê û dibîne ku Yildirim li erdê dirêjkirî ye.

Li ser vê agahî didin tîmên tenduristiyê. Di kontrola tenduristiyê ya ewil da hat diyarkirin ku Yildirim jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Yildirim rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrikê û derket holê ku ceyranê pê girtî ye. Hat destnîşankirin ku ji ber ceyranê xwîn rijiyaye ser mejiyê wî û jiyana xwe ji dest daye.

Der barê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin.