27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li dijî girtinên li başûrê Kurdistanê kampanya

Li Ewropayê li dijî girtina çalakvan, rojnameger û welatiyan kampanyayek berfireh hat destpêkirin. Endamên komîteya amadekar bang li her kesî kirin ku tev lî kampanyayê bibin.

Tê zanîn ku 17’ê cotmeha 2020’an bi pêşengiya Komîsyonên Başûr a Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdên li Ewropayê (KCDK-E) ji bo azadiya Şêrwan Şêrwanî û girtiyên din ên di girtîgehên başûrê Kurdistanê de dest bi kampanyayekê kiribûn. Pişt re jî Kongreya Civaka Demokratîk ya Kurdên li Ewropayê, Federasyona Elewiyên Kurdistanê, Federasyona Civaka Êzidî, Civaka Îslamî ya Kurdistanê, Meclisa Şengal a Derveyî Welat di kampanyayê de cihê xwe girtin.

Endamên komîteya amadekar ên kampanyayê ragihandin ku di pêngava yekem de dest bi serdana hemû saziyên dewletan û yên sivîl, partî, konsolxane û komeleyên Ewropayê jî tev li vê kampanyayê kirine.

Endamê Komîteyê her wiha gotin ku wan der barê kesên ji aliyê PDK’ê ve bi taybetî yên li herêma Behdînanê hatine girtin, rapor amade kirine û radestî aliyên siyasî kirine. Di raporê de behsa doza rojnameger, nivîskar, rewşenbîr, mamosta û welatiyan hetiye kirin ku ji ber fikir û ramanên xwe yên cuda ji aliyê desthilata herêmê ve hatine girtin. Endamên komîteya amadekar ên kampanyayê dibêjin ku ‘Em bang li hemû kurd û dostên wan dikin da ku li dijî vê zilm û zordariya hikûmeta herêmê ya li xelkê derkevin.’ BRUKSEL