4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li dijî Komploya 9’ê Cotmehê gel dadikeve qadan

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 9’ê cotmeha sala 1998’an de bi komployeke navneteweyî ji Sûriyeyê hat derxistin. 24’emîn salvegera Komploya Navneteweyî li gelek bajaran bi çalakî û meşan tê protestokirin. Fînala çalakiyan dê sibe bi meşên “Em ber bi azadiyê ve dimeşin” bê kirin. Di vê çarçoveyê de di serî de li Amed, Wan, Stenbol, Enqere, Colemêrg û Îzmîr û li gelek bajaran dê bi hezaran kes dakevin qadan.

Bernameya çalakî û xwepêşandanên 9’ê Cotmehê yên bajaran wiha ne:

Amed: Dê sibe saet di 15.00’an de bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin (MEBYA-DER), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER), Hewldana 78’an û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) li Cehdeya Emek a Rezan a Amedê meş bê lidarxistin.

Wan: Gel û Rêxistina DBP’ê ya Wanê dê sibe saet di 13:00’an de li Kolana Hunerê bên cem hev û dest bi meşê bikin. Cîgirê hevserokê giştî yê HDP’ê Tayîp Temel, parlamenterên HDP’ê yên Wanê Sezaî Temellî, Mûazzez Orhan û Mûrat Sarisaç jî dê tev li meşê bibin.

Colemêrg: Girse dê li Qada Azadiyê ya Geverê kom bibe û li vir ber bi avahiya HDP’ê ve bimeşe. Meş, dê saet di 14:00’an de dest pê bike û parlamenterên HDP’ê Habîp Eksîk, Şevîn Coşkun û Saît Dede jî dê tev li bibin.

Stenbol: Girse dê bi pêşengtiya HDK, HDP, DBP, TJA, OHD, MATUHAYDER, MKM, ANYAKA -DER, DAD û Komeleya Lêkolînên Kurdî li Kadikoyê kom bibe û saet di 15:00’an de dest bi meşê bike.

Îzmîr: Girse dê sibe saet di 15:00’an de li Basmaneyê bên cem hev û ber bi Sumerbankê ve dest bi meşê bike.

Enqere: Bi tevlîbûna endamê MYK’a HDP’ê Dogan Erbaş û parlamenter Alî Kenanoglû dê saet di 14:00’an de li avahiya rêxistina HDP’ê ya bajar panel bê lidarxistin.

Mêrdîn: Sibe saet di 13:00’an de dê girse li Parka Sîncar a Qoserê bê cem hev û dest bi meşê bike.

Şirnex: Meşa dê sibe saet di 14:00’an wê li Cizîrê bê lidarxistin.

Agirî: Dê girse li ser Cehdeya Îsmaîl Beşîkçî ya Bazîdê kom bibe û ber bi avahiya HDP’ê ya navçeyê ve bimeşe. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û parlamenterên HDP’ê yên Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr û Abdullah Koç jî dê tev li bibin.

Eskîşehîr: Dê li avahiya Rêxistina HDP’a Eskîşehîrê panel bê lidarxistin.