2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tirkiyeyê êrîşî şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê kir

Dema şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê hewl didan xwe bigihînin birîndaran, balafireke bêmirov a dewleta tirk êrîşî wan kir û di encama êrîşê de 4 şervanên wan jiyana xwe ji dest dan

Di van çend rojên dawî de êrîşên bi balafirên bêmirov li ser herêma Şehba û herêmên Rêveberiya Xweser zêde bûne.

Dema şervanên Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê hewl didan 2 zarokên ji ber topbaranan birîndar bûne rizgar bikin, balafireke bêmirov a dewleta tirk êrîş pêk anî. Di encamê de 4 şervan şehîd bûn û 2 jî birîndar bûn. Hemwextî wê balafireke din a bêmirov welatiyek li nêzî gundê Ereb Hesen şehîd kir.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê têkildarî êrîşa balafireke bêmirov a dewleta tirk ku di encamê de 4 şervanan û welatiyekî jiyana xwe ji dest dabû, daxuyanî da.  Di daxuyaniyê de ev hate gotin:

“Dema şervanên Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê hewl didan 2 zarokên ji ber topbarana hêzên çete li mezreyeke li gundê Dendeiyê yê bakur rojavayê Minbicê birîndar bûbûn, rizgar bikin 4 şervan şehîd bûn û 2 jî birîndar bûn. Ji vê sibehê ve, dewleta tirk û çeteyên wê bi çekên giran gundê Dendeniyê topbarna dikin, di encamê de 2 zarok birînda rbûn. Dema komek ji şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê hewl dida xwe bigihînin birîndaran û rakin nexweşxaneya Minbic, balafireke bêmirov a dewleta tirk bombebaran kir. Di encamê de 4 şervan şehîd bûn û 2 jî birîndar bûn. Her wiha li gundê Ereb Hesen jî balafireke bêmirov malek bombebaran kir, di encamê de welatiyek şehîd bû.”

Ji aliyekî din ve agahiyên nû derbarê êrîşa li Şehbayê de jî hatin servîskirin. serê sibehê hatibû gotin ku li gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê, di encama êrîşên Tirkiyeyê û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê de 3 leşkerên Şamê jiyana xwe ji dest dane. Lê li gorî agahiyên dawî yên ji herêmê hatine wergirtin, di wê êrîşê de 5 leşkerên hikumeta Şamê hatine kuştin, 2 leşker jî birîndar bûne. Hemwextî êrişên li ser herêmê, li asîmanê herêmê jî tevgera balafirên şer heye.