5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li peravên Yewnanistanê 17 koçberan jiyana xwe ji dest da

Li nêzî girava Peloponez a li başûrê rojavayê Yewnanistanê keştiyeke koçberan noqî avê bû û 17 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li gorî daxuyaniya yekîneyên ewlehiya peravê ya Yewnanistanê keştiyeke koçberan noqî avê bûye. Hate diyarkirin ku nêzî 100 kesan hatine rizgarkirin û 17 kes jî di avê de xeniqîne.

Yekîneyên ewlehiya peravê diyar kirin ku di dema rizgarkirinê de wan dîtine di keştiyê de qet êlegê rizgariyê yê koçberan tune. Heta niha nayê zanîn ku koçber hemwelatiyê kîjan welatî ne.

Wiha xuyaye ku koçberan dixwestin ji başûrê Peloponezê yan jî girava Gîrîtê Behra Spî derbas bikin û xwe bigihînin Îtalyayê.