6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ferdên Malbata Şenyaşar di salvegera 5’emîn de hatin bibîranîn

Ferdên Malbata Şenyaşar Hecî Esvet û lawên wî Adil û Celal Şenyaşar ku ji aliyê xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê yê berê ve hatin kuştin, li ser gora xwe hatin bibîranîn.

Li navçeya Pirsûsa Rihayê di 14’ê hezîrana 2018’an de Hecî Esvet û lawên wî Adil û Celal Şenyaşar ji aliyê xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin. Her sê ferdên malbata Şenyaşar li ser gora xwe ya li Goristana Şaredariya Pirsûsê hatin bibîranîn. Bîranîneke girseyî hat lidarxistin. Dikandarên sûka Pirsûsê ku cîranên dikana Malbata Şenyaşar in, nûnerên partiyên siyasî, nûnerên rêxistinên sivîl û gelek welatî tev li bîranînê bûn. Beriya bîranînê polîsan goristan dorpêç kir.

Dayika Emîne her kes xemgîn kir

Emîne Şenyaşar li ser gora hevjîn û lawên xwe lorand û beşdarên bîranînê xemgîn kirin. Piştî bîranîna li ser goran, li ber deriyê goristanê daxuyanî hat dayîn.

Tu gav neavêtin

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar û dayika xwe Emîne yên ku bûne remza edaletê di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku malbata Yildiz roja qetlîamê hêza dewletê da pişt xwe û qetlîama ku li dijî malbata wî kirine li hemû xelkê Pirsûsê kirine. Şenyaşar destnîşan kir ku di van 5 salan de edalet bi cih nehatiye û wiha got: “Her sê ferdên malbata min li nexweşxaneyê hatin qetilkirin, ev sûcê li dijî mirovahiyê ye. Di serî de li ber edliyeya Rihayê me li her deverê Tirkiyeyê çalakî li dar xist û me dengê xwe ji dinyayê re ragihand. Di van 5 salan de hem dewletê û hem jî hikumetê bi me re hevdîtin kirin. Gotin hûn mafdar in lê ji bo edaletê gavek neavêtin. Di ser qetlîamê re 5 sal derbas bûn lê hê jî têkoşîna me didome. Hikumeteke nû hat avakirin, saleke nû ya qanûnçêkirinê dest pê kir. Hem wezîrê dadê hem jî wezîrê karên navxweyî behsa serweriya hiqûqê kirin, em dixwazin ku ev soz û gotinên wan berhewa nebin. Wezîrê berê wê bi bêedaletiya xwe her tim bê ziman. Her kes vê bêedaletiyê dibîne. Rayedar jî bi rewşê dizanin. Em dixwazin demildest ev bêedaletî ji navê bê rakirin. Heta ku edalet were dê têkoşîna me dewam bike. Dayika min wê li ber Edliyeya Rihayê û ez jî li Meclisê em ê vê bêedaletiyê bînin ziman. Dayika min 67 salî ye û nexweş e lê tevî vê yekê jî têdikoşe. Li vir bi sedan polîs hene, belkî jî şahidên qetlîama li nexweşxaneyê ne. Ez careke din soz didim we hemûyan ku ez ê li meclisê bibim dengê her kesî yê edaletê.”

Malbat çû ber edliyeyê

Malbata Şenyaşar ji bo Nobeda Edaletê ya li ber Edliyeya Rihayê dewam bike ji Pirsûsê berê xwe da Rihayê. Malbat li ber edliyeyê dê nobedê di roja 814’emîn de dewam bike.