12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnameger Abdûlkadir Turay hat berdan

Nûçegihanê Ajansa (DÎHA) Abdûlkadir Turay beriya 3 mehan cezayê xwe yê 9 sal girtîgeh bidawî kiribû lê ji ber ku poşmanî qebûl nekiribû 3 mehên din jî zêde ew di girtîgehê de hiştin û îro hate berdan.

Nûçegihanê Ajansa Nuçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi KHK’ê hatibû girtin, Abdulkadîr Turay ji girtîgehê hate berdan. Turay di 9’ê gulana 2016’an de hatibû girtin û ji hêla 2’yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê bi hinceta “Endamtiya rêxistinê ye” 9 sal ceza lê hatibû birîn. Turay piştî ku înfaza xwe temam kir, ji Girtîgeha Erzînganê ya Tîpa L’yê hate berdan.

Turay ê divê di heyva adarê de bihata berdan, ji hêla Desteya Çavdêriyê ya Girtîgehê ve ji ber “poşmantiyê” qebûl nekiriye înfaza wî 3 mehan hatibû taloqkirin.

Turay ê ku înfaza xwe temam kir îro li malbata xwe geriya û diyar kir hatiye tehliyekirin. Turay ji Erzînganê ber bi Amedê ket rê û malbata wî jî ji Stewra Merdînê dê li Amedê wî pêşwazî bike.