30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li hunermendê kurd Îlyas Arzû 6 sal cezayê girtîgehê hate birîn

Li hunermendê kurd Îlyas Arzû 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hate birîn.

Solîstê Koma Pel’ê Îlyas Arzû û hunermend Jiyan Savci ji ber îfadeyên şahidên nepen û aşkera bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihatin darizandin. Danişîna biryarê ya dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê hate lidarxistin. Arzû û Savci ku serbest dihatin darizandin tev li danişînê nebûn lê parêzerên wan di danişînê de amade bûn.

Dozger xwest hunermend bi îdiaya “ji bo ku di çalakiyên çekdarî de bên bikaranîn ji bo rêxistinê endam peyda kirine, bi hinceta perwerdeya muzîkê tên ba hev û ji bo propagandaya rêxistinê bo ciwanan dikin û ciwanên jê bandor dibin jî dişînin çiyê” bên cezakirin. Parêzeran jî diyar kir ku muwekîlên wan hunermend in û îdiayên dozger red kirin. Parêzeran daxwaza beraeta muwekîlên xwe kirin.

Serokê dadgehê jî ji parêzeran re got; “Ji bo we agahiyeke min a baş û yek jî ya nebaş heye” û biryara xwe aşkera kir. Dadgehê ji bo Savci biryara beraetê da û ji bo Arzû jî bi îdiaya ‘endametiya rêxistinê’ 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê birî.