28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo Sûriyeyê li Astanayê civîn pêk tê

Rayedarekî payebilind ê Wezareta Karên Derve yê Rûsyayê aşkera kir ku reşnivîsa nexşeriya normalîzekirina têkiliyên Şam-Enqereyê amade ye.

Ajanseke Rûsyayê aşkera kir ku dê cîgirên wezîrên karên derve yên Rûsya, Sûriye, Tirkiye û Îranê di 21′ê hezîranê de li paytexta Kazaxistanê Astanayê bicivin.

Wezîrên derve yên her çar dewletan di 10′ê gulanê de li Moskovayê civiyabûn. Wê demê Rûsyayê gotibû ku dê cîgirên wezîran bi amadekirina nexşeriyeke normalîzekirina têkiliyên Şam-Enqereyê werin erkdarkirin.

Nûnerê serokê Rûsyayê yê taybet kar û barên Rojhilata Navîn û Afrîkayê û cîgrê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanovg got, reşnivîsa nexşeriya normalîzekirinê ya di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de ya ku Rûsyayê daniye, amade ye.

Mîkhail Bogdanov got: “Reşnivîsa nexşeriyê amade ye. Erka me ew e ku em bi hevkarên xwe re nîqaş bikin û vê xebatê bi pêş bixin. Em hêvî dikin ku em bikarin li Astanayê bicivin.”

Nûnerên serokê Rûsyayê yê taybet bi Sûriyeyê û balyozê Rûsyayê li Şamê Alexander Yefimov jî roja duşemê diyar kiribû ku helwestên Enqere û Şamê hîna ji hev ve dûr in.