spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DFG û MKGP dê ji bo 16 rojnamegerên girtî daxuyaniyê bidin

DFG û MKGP dê ji bo 16 rojnamegerên ev saleke hatine girtin û danişîna wan nehatiye lidarxistin, di 16’ê hezîranê de li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyaniyê bidin.

Polîsan di 8’ê hezîrana 2022’yan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de li gelek bajaran bi ser gelek malan û saziyên çapemeniyê de girtin. Di encama serdegirtinên mal û saziyan de 20 jê rojnameger bi giştî 22 kes hatin binçavkirin. Midûra JINNEWS’ê Safiye Alagaş, Hevserokê Komeleya Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Oruç, Midurê Karê Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, rojnameger Zeynel Abîdîn Bulut, Omer Çelîk, Mazlum Dogan Guler, Îbrahîm Koyuncu, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdurrahman Oncu, Suat Doguhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahin di 16’ê hezîranê de sewqî edliyeyê hatin kirin û bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hatin girtin.

Bi boneya yekemîn salvegera girtina rojnamegeran, dê di 16’ê hezîranê de li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyanî were dayîn. Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP) dê di 16’ê hezîranê saet di 11.30’an de li pêşiya edliyeyê daxuyaniyê bidin.

DFG’ê ji bo daxuyaniyê ev bang kir: “Di yekemîn salvegera girtina hempîşeyên xwe de ji bo ku bibêjin ‘çapemeniya azad serî natewîne’ em tên ba hev.”