Wezareta berevaniyê ya dewleta tirk îdîa kiribû ku wan ji duh ve li Minbic û Til Rifetê 41 şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) şehîd xistine. Navenda Ragihandina HSD’ê li ser hesabê xwe yê twîtterê bersiv da van îddîayên dewleta tirk.
Navenda Ragihandina HSD’ê, têkildarî mijarê diyar kir ku wezera berevaniyê ya dewleta tirk îdîa dike ku ji duh ve li Minbic û Til Rifetê 41 şervanên me şehîd xistine û ev tişt got: “Li Til Rifet tu yekîneyên me nîn in. Encamên êrîşên li Minbicê jî, ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve ji raya giştî re hatine ragihandin.”