30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li dijî talanê wê bimeşin Cûdî

Li dijî talan û qirkirina xwezaya Kurdistanê wê meş bê lidarxistin. Bi salan e bi operasyonên ku l i bakurê Kurdistanê tên lidarxistin re xwezaya Kurdsitanê jî tê talankirin. Di salên dawîn de rengê talana xwezaya Kurdistanê guheriye û derketiye asteke gelekî bilind.

Heta beriya çend salan ji ber teknîka ku di şer de dihat bikaranîn xweza dihat talankirin. Lê di salên dawîn de dewleta tirk bi vê rêbazê re birîna daran, şewitandina daristanan û teqandina şikeftan jî xistiye meriyetê. Bi van rêbazan û çêkirina bendav û kanên medenan xesareke mezin digihîje xwezaya Kurdistanê.

Banga tevlîbûnê kirin

Li dijî vê talana xwezaya Kurdistanê wê tevgerên ekolojiyê û partiyên siyasî di 17’ê îlonê de bi dirûşma “Li dijî talan û qirkirinê meşa azadiyê” ber bi Çiyayê Cûdî ve meşeke girseyî li dar bixin. KCD, DBP, HDP, TJA û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, di 5’ê îlonê de der barê meşa ku bê lidarxistin de li Amedê civîneke çapameniyê li dar xistin û bi daxuyaniyeke hevpar banga meşê kirin. Ji Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Mirad Bîlgîç, di civînê de daxuyaniya hatibû amadekirin xwend û diyar kir ku bi qirkirin û rêbazên cuda talana xwezaya Kurdistanê derketiye asteke din û ji bo meşa ku li dar bixin jî banga tevlîbûnê kir.

Ji bo meşê xebat tên kirin

Her wiha Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û Hevberdevkê Komîsyona Ekolojiyê ya HDP’ê Nacî Sonmez jî di civînê de axivîn û bal kişandin ser êrîşên li dijî xwezaya Kurdistanê û xwestin ku her kes li dijî vê rewşê serî hilde.

Di nav heftê de li tevahiya bakurê Kurdistanê û li bajarên mezin ên Tirkiyeyê xebatên tevlîbûna meşê hatin kirin. Di van xebatan de hat xwestin ku di 17’ê îlonê de her kes li dijî talana xwezaya Kurdistanê berê xwe bide Cûdî.  Ji hemû bajaran wê her kes Roja 17’ê îlonê biçe Şirnexê û ji wir jî ber bi Cûdî ve ku ji aliyê artêşa tirk ve birîna daran lê didome bimeşe.