26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Endonezyayê cûreyekî nû yê mirovan hat dîtin

Li Endonezyayê îskeletê 7 hezar û 200 salî ji aliyê lêkolînerên navneteweyî û Endonezyayî ve hatibû dîtin.

Tê gotin ku îskelet a jineke 17-18 salî ya nêçirvan e.

DNA’ya vê îskeletî bû sedem ku teoriya koçberiya mirovan a ber bi girava Wallaceayê ji nû ve bê nirxandin.

Hate ragihandin ku heta niha mînaka vî îskeletî nehatiye dîtin.

Li gorî nûçeya di kovara Journal Nature de hat weşandin, îskelet li şikefta Leang Panninge ya girava Celebesê di pozîsyona cenînê de binaxkirî hatiye dîtin.

Arkeologên ji çanda Toaleanê navê Besse li vê jinê kirin. Tê texmînkirin ku ev cûreyê mirovên ji çanda nêçirvanî berhevkariyê li başûr rojavayê nîv girava Sulawesiyê di navbera salên 8 hezar û hezar û 500’î de bûn. Ev keşif têkildarî koma navborî keşfa destpêkê ye.

Karên li vê herêmê sala 2015’an dest pê kir. Ji Zanîngeha Griffith a Awûstralyayê arkeolog Adam Brumm got ku yekemcar ew ji nava bermahiyeke kevn de DNA bi dest xistine.

Di encama analîza li ser DNA’yê de hat tespîtkirin ku jina nêçirvan û berhevkar ji heman koma Aborjînên Papûa û Awûstralyayê ye.

Arkeolog Brumm diyar kir ku ev keşif nîşan dide ku agahiyên wan ên li ser bicihbûna mirovên destpêkê li girava Wallaceayê çiqasî kêm in.

Zanyar dixwazin ku bi analîzên nû yên genetîk, derfetên xwegihandina şopdarên vî cûreyê nû yê mirovan ê li girava Endonezyayê hatiye dîtin, peyda bikin.