27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li eniya rojava guhertin tune ye

Yê sosyal demokrat dibêje ez ê Qendîlê hilweşînim. Yê sosyalîst kurdan li gorî xwe dike du beş. Yê faşîst Kurdistanê tune dihesibîne. Şefê mezin li pey qirkirinên nû ye. Aborînasê wan kurdan dişibîne neynûkê. Dîroknasê wan hêj di nav hewldana tirkkirina kurdan de ye. Stranbêja wan di bernameya zindî de alaya tirkî dide destê yekî kurd û dibêje ‘bêje ez kurd im’

Mafyayê wan behsa ew qas qirêjiyan dike lê ji bo îşkence û wahşeta li ser kurdan kiriye yek gotinê jî nabêje. Akademîsyenekî ji ber gotina ‘Kurdistan’ diavêjin zîndanê. Lê şefê mezin li Êlihê bi stranên kurdî tê pêşwazîkirin. Mixabin di stranê de gotina ‘kurd’ sansûr dikin. Ji ber gotina stranên bi kurdî mirov bi hêsanî têne kuştin. Hê jî miriyên kurdan bêgor in. Konserên kurdî têne qedexekirin…
Mirov dikare vê lîsteyê wisa dirêj bike. Lê ez bawer im ji bo mebesta me ev, têrê dikin.
Li gorî xwe tasnîfkirina kurdan ji wan re bûye nexweşiyek, bûye kevneşopî. Ji aliyekî ve mafdar in. Kurd wekî wan nakin, bi ya wan nakin. Zilma wan qebûl nakin. Ew tirkên girs ê di mirovbûnê de di asta payebilindiyê de ye ji ber helwesta kurdan piçûk dibe. Kurd di cîhanê de wan piçûk dixin. Yanî ne ji kurdan be niha dê çûbûna ser heyvê(!). Kurd xêrnexwaz in. Halbukî dewleta wan ji hemû dewletan zêdetir birehm e. Yanî kurdan wekî mirov qebûl dike, ma hêj çi dixwazin.
Balkêş e heke bi van gotinên li jor min anîne ziman, em bikevin pey şopa xwediyê wan dê were dîtin ku yek ji wan jî ne tirk e. Kesekî eslê xwe wenda kiribe normal e bixwaze yên din jî eslê xwe wenda bikin.

Kurdbûn, tirkbûn, ermenîbûn, erebbûn bi serê xwe ne tiştek e. Kurdan heya niha nayê bîra min li ser neteweyeke din ferz kirine ku ew jî bibin kurd. Yanî yekî tirk bibe kurd, kurd wê çi qezenç bike? Yeke ereb bibe kurd, li ser kurdan çi zêde bibe? Di her kêliyê de ferzkirina tirkbûnê çi ye? Di cîhana wan de kî çi qas behsa tirkbûnê bike ewqas puan qezenc dike. Kî dikeve zorê, berê xwe dide kurdan, ermeniyan û dest bi heqaretê dike. Nexweşiyeke çawa ye hêj nehatiye fêmkirin. Di rastiyê de tê fêmkirin lê faşîzm çavan kor dike lewma nayê dîtin. Êdî em dizanin kî zêde behsa al, welat û tirkbûnê bike binê wî şil e.
Li Sêrtê mamosteyeke faşîst di malpera xwe ya twîterê de dibêje ‘ez îro herim dibistanê ji hewalên piçûk ataturkperestan çêbikim.’ Bila biçin lêkolîn bikin heke ew mamoste ne di nav karê qirêj an jî karên bêexlaqî de be wê demê em tiştek nizanin. Em bavikên wan baş nas dikin. Hewcehiya me bi bavikên wan tune ye. Rêberên me û pêşengên me hene. Têr û tije jî hene.

Li Tirkiyê ji avakirina komarê û vir ve hem desthilat hem jî beşeke mezin a çepgir her tim xwe ser civaka rojhilatanavîn re digirin. Mirov dikare vê helwestê bibe heya berî komarê jî. Kadroyên cemiyeta îttîhat û terakkî bi feraseta rojavayî xwe ser her civakê re didîtin. Xwe ji padîşahê osmaniyan pêşketîtir didîtin. Padîşah dij-demokrat dihesibandin. Lê dema hatin desthilatê ji padîşah xerabtir kirin. Ji wê rojê ve çi kes çi jî kom û partî heke li hemberî dijberiya desthilatê behsa azadî û demokrasiyê bikin divê qet bawerî bi wan neyê.
Di vê dema krîtîk de muxalefeta Tirkiyeyê li hemberî desthilatê bûye xwedî avantaj. Hema bêje her karûbarê desthilatê rexne dike û li hemberî wê derdikeve. Ev ji aliyekî ve hêvî dide. CHP cara yekem ji tezkereya ku destûra dagirkirina başûr û rojavayê Kurdistanê dide hikumetê erê nake û di dengdanê de jî helwesta xwe nîşan dide. Lê tam dema ku mirov dibêje ev baş bû tu dibînî, tiştek din diqewime. K.Kiliçdaroglu ji tezkerê re got ‘na’ lê vê carê heman şexs di axaftineke xwe de tîne ziman ku ew dê Qendîlê hilweşîne. Dema ew wisa biqîre bêguman hinek jî bêjin ‘hoppp’. Ma ewqas hêsan e.
Yên desthilat li qirkirina kurdan digerin, yên muxalîf jî tiliya xwe dihejînin û aqil didin kurdan. Her ku rayên desthilatê kêm dibin û rayê tifaqa milet zêde dibin rastiya wan jî derdikeve holê. Hem gotinên rayedarên Îyî Partiyê û hem jî daxuyaniyên CHP’ê dide nîşandan ku di siyaseta dewletê de tu guhertin çênakin. Yek ji van nîşaneyan serdana şandeya CHP a başûrê Kurdistan bû. CHP ji niha ve hem bi eşîrên bakurê Kurdistanê re ketiye nav danûstandinan û hem jî bi rêveberiya Başûr re têkiliyan pêş dixe. Nabêjim çima têkiliyan pêş dixe. Mesele ev e, ev têkilî li ser çi pêş dikevin.
CHP’ê ji balyozxaneyên dewletên Yekitiya Ewropayê re name şand. Di nameyê de wekî ku desthilat mîsoger kiribe tîne ziman ku divê ew êdî bi desthilata heyî re nekevin nav kar. Berê jî bangewazî li memûr û burokratên dewletê kiribû ku nebin hevkarê karê qirêj ê desthilatê. Ev rewş ji aliyekî ve nîşan dide ku dewletên rojava êdî ji desthilata AKP-MHP’ê aciz bûne û riya desthilata tifaqa milet vekirine.

Ber bi desthilateke nû ve em diçin lê wisa xuya dike ku li eniya rojava tu guhertin tune ne…
Çi hebe li rojhilat heye. Bila çavê me li rojhilat be.