27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xwepêşandêrên Sêmalka ji PDK’ê xwest xwe ji Tirkiyeyê qut bike

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê li deriyê Sêmalka, ji bo cenazeyên HPG’îyan wergirin 55 roj in Nobedê digirin. Endamên Yekîtiya Kedkaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro berê xwe da konê xwepêşandanê. Çalageran banga radestkirina cenazeyên gerîlayên ku di kemîna hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê(PDK) de jiyana xwe ji dest dane kirin. Çalakgeran îxaneta PDK’ê şermezar kirin.

Endamên Yekîtiya Kedkaran li qada deriyê Sêmalka kom bûn û bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana gerîla ya li dijî Tirkiyeyê, berê xwe dan konê xwepêşandanê. Xwepêşandêr li deriyê Pêşxabûr daxuyaniyek dan. Hevserokê Yekîtiya Kedkaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sûriyê Şêro Şero daxuyanî da û wiha got: “Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo beşdarbûna konê xwepêşandanê û daxwaza radestkirina cenazeyê şehîdan, her roj diçin deriyê Sêmalka. Lê tevî bangawaziyên hêzên nîştimanî jî, lê belê PDK’ê bersivê nade daxwazên xwepêşandêr û dayikên şehîdan.”

Şero bang li hikumet û rayedarên Başûrê Kurdistanê kir û xwest dev ji siyaseta xwe berdin, destê xwe bidin birayên xwe û nebin hevkarên tirkan.