4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Farqînê dema mehsera tirî ye

Li Farqînê, malbata Esen ku reze wan heye, bi demsala payîzê re tiriyê ku berhev dike destpêkê diguvêşe û şîrê jê bi dest dixe. Piştre jî şîreyê dike dims, bastêq, meşlûr û kesme.

Li bakurê Kurdistanê dema mehsera tirî ye. Welatiyên ku rezên wan hene dest bi berhevkirina tirî kirine. Yek ji herêma ku rez lê hene û ev kar lê zêde tê kirin navçeya Farqîn a Amedê ye. Li gundê Fêra yê navçeyê em bi malbata Esen re hatin gelhev û pêvajoya berhevkirin, givaştin û çêkirina berhemên tirî di cih de şopand. Malbata Esen piştî ku ji biharê heta payîzê bir ez re mijûl dibe di meha îlon û cotmehê de dest bi çinîna tirî dike. Malbata Esen rojane tirî diçîne û tîne malê. Piştî ku tirî tînin malê di cirn de diguvêşin û şîrê jê digirin. Piştre şîrê di sîtilan de dikelînin û dikin dims û bastêq.

Ilmiye Esen ku bi salan e karê mehserê re mijûl dibe, der barê karên ku dikin de axivî û pêvajoya mehserê vegot. Esen, diyar kir ku bi rezê xwe re gelek zehmetî dibînin û ev tişt got: “Her careke em nêzî 30 qase tirî didin hev û tînin çend caran di avê de dişon. Piştî şûştinê dest bi guvaştinê dikin. Piştre jî şîra ku em bi guvaştinê bi dest dixin ji bo dimê bi qasî 8 saetan li ser agir dikelînin. Bi demê re şîre tîr dibe û rengê wê diguhere.”

Çêkirina bastêq

Di berdewamê de Esen, bal kişand ser çêkirina bastêq û der barê mijarê de ev agahî dan: “Dema ku em dest bi çêkirina bastêq dikin her carê sîtilekê datînin ser agir. Ew jî bi saetan dikele. Piştre em şîreyê hinekî sar dikin. Ji bo sed kilo şîre em 12 kîlo arvan, nîv qalib rûn û nêzîkî 3-4 kîlo şîr ber didin navê û piştre dîsa bi qasî saetekê dikelînin.  Di vê saetê de divê ku bi darekê bê lihevxistin. Herî dawî em kunciyan jî berî nav didin û li ser hoberan bi male radixin. Bi qasî du rojan li ser hoberan raxistî dimîne û piştre em avê li binî hoberan dikin û bastêqê li ser wan jê dikin.”

Kesme û meşlûr

Herî dawî jî Esen, destnîşan kir ku piştî bastêq ew meşlûr û kesmeyan jî çêdikin û bi van gotinan qala çêkirina meşlûr û kesmeyan kir: “Pêşî em gûzan hemû bi benik ve dikin û hêdî hêdî wan li nav pilorê dixin û bi şirîtê ve dadileqînin. Çend roj bi şirîtê ve dimîne û piştre em qet qetî dikin. Kesme bixwe jî bi pilorê tê çêkirin. Em pilorê valayî derdanan dikin û ji ber ku dereng ziwa dibe bi rojan di van derdanan dimîne. Dema ku ziwa dibe em bi kêran perçe perçe dikin.”