26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Gîlanê dengê lingê bi Heybet…

Îro ji hemû rojan cihê bû. Li Gîlanê roj ji mêj de li pişt çiyayan hatibû ava, deşt û çiyayên Siyahkûl û Dîlemanê bi gulên rengareng hatibûn xemilîn. Tevgerek bêhed û hesab hebû; jin û mêr, zarok û kal, hema bêje wê rojê herkes li kolanan bû. Jinan bi cil û bergên xwe yên rengîn, li wan deveran dihatin û diçûn. Lê di nav wan de yek hebû ku pir bi ‘Heybet’ bû! Jineke bi tevger, nêrîn û meşa xwe, bala herkesê li ser bû ka wê çi bibêje! Ji tevgera wê jinê, mezin biçûk herkesekê dizanî tiştinan qewimiye…

Salên dûr û dirêj bûn. Welat di nav rewşeke xirab de bû. Nexasim Gîlan ku gelê wê li dijî zilm û zorê bi hêrs bûbû… Hema bêje pêvajoya salên dawî ya hikumraniya Şahê qaçar û destpêka serdema Pehlewî bû. Jixwe li herêma Siyahkûl ku dem dema axa û erbaban bû, ji aliyê din ve jî pergala feodal lê serwer bû, wê Heyder Xan pergala bacgirtinê ne pejirandiba û li dijî zilmê serî rabikira. Ji bo wê jî hikûmetê ew wek dijmin û pirsgirêk li pêşiya xwe didît. Wan serî radikir û dixwestin serbixwe bin. Tu milkê wan nîn bû, gundî ji aliyê wan ve dihatin pejirandin û tu mafê xwedaniyê nedida erbabên xwe. A rast li dijî hikûmetê serî radikirin. Wan di karûbarên gelemperî ên gel ku girêdayî wan bûn de, mudaxele dikirin. Di pirsgirêkên eşîrê û malbatî, pirsgirêkên civakî ên ji ber erd û zevî û hwd. biryar didan. Elbet Heyder Mûshîl El-Malîk hakimê dewleta Siyahkûl jî ji nedîtî ve nedihat. Lê destûra jiholêrakirina birêvebirina Heyder Xan di sala 1307’an de tê dayîn û di sala 1308’an de, ji aliyê Tazê Abad û Dûzlat, ji aliyê hêzên dewletê ve tên dorpêçkirin.

Rojên giran bûn, şer mezin bûbû û hakimê Siyahkûl, dîsan Hisên Qolî Xan ku yek ji mezin û erbabên Siyahkûlê ji dewleta Ehmed Şah û hikûmeta Gîlan û Reştê alikariyê dixwazin. Di payîza sala 1307’an de, Behram Elî Xan efserê dewletê tevî hejmarek Qezaq û leşkeran ji bo zêdekirina zextan û girtina Heyder Xan dişîne Sîyahkûlê. Gel tê dorpêçkirin, lê ew nayê girtin. Di sala 1308’an de mala Heyder Xan dorpêç dikin, lê ew li mal nebû. Lê du birazî, Heybet û çend çekdar di malê bûn. Ew di bin guleyan de dimînin, Sefer Xanê biraziyê wî birîndar dibe û Heybet Xanim jî dîl tê girtin.

Heybet jinek ji Gîlanê, qebîleya Derekî a koçer e. Ev qebîle bihar û havînan li gundê Kelaç Xanî, li başûrê Dîlman, payîzan jî li gundê Niyawelderê Xawer a Dîlman û zivistanan jî li gundê Çoşilder a 5 kîlometere dûrî Sîyahkûlê diman. Ew di çaxekê de jiya ku gelek zilam ji navê hikûmetê jî bi xof dibûn, lê wê tifing rakir û ji bo şoreş û têkoşînê tevî zilaman beşdarî tevgera “Cengelî” a Mîrza Koçek Xan bû.

Ji ber bandor û kesayeta vê jina wêrek gelek stran li ser hatin gotin û di gelek stranên foklorî ên gelê xwe cihî de bîranîna wê zindî tê hîştin. Nav û dengê wê hîşt ku ev bûyer her di bîra mirovan de bimîne. Heybet jineke wêrek, xweşik, bihêz û dilêr bû. Ji ber wê jî der barê çalakî û serkeftinên wê de gelek tiştên zêde hatine gotin.

Ji bo gelê Gîlanê navê Heyder Xanê ne xerîb e. Ew yek ji şoreşgerên deh salên ewil yên destpêka qerna 14’emîn Xorşîdî li Siyahkûl û Dîlmanê bû. Salên destpêkê yên pir bi coş ên “Cengelî” ku bi kuştina Mîrza Koçek Xan re hat tefandin. Lê, wê di salên pişt re ev yek nehatiba pejirandin û li gelek cihên cuda ên Gîlanê hin raperîn bihatana destpêkirin. Bêguman rola Heybet a di nav tevgera Cengelî de pir ber bi çav bûye û bi taybetî li ser serînetewandina wê ya li dijî desthilatdaran gelek tişt hatine gotin.

Heybet şêre jina ji welatê Siyahkûl li malê nedima, tevî hevser û zilamên malê xwe bi çek dikir û li daristanên Siyahkûl û Dîlmanê şer dikir. Ew neditirsiya, bi hêjayî tevî şeran dibû, li daristanan bi şev û roj dihat û diçû, birêxistin dikir. Dema ji aliyê leşkerên Mûshîl El-Malîk dîl tê girtin, Qezaq û leşkerên hikûmetê Heybetê ji bo hînkirina cihê Heyder Xan, belge û çekên wan dibin û di bin şikenceyên girande wê dikin lêpirsînê. Ew rexmê îşkenceyek giran jî napeyive û lêv li ser lêvê ranake. Di şert û mercên herî bi zehmet de tê ragirtin, lê ew li ber xwe dide û teslîm nabe. Giranî û heybeta wê gelek kesan dikişîna qesra Mûshîl El-Malîkê. Nemaze jinên eşraf û xanan ji bo dîtina wê dihatin û ji heybeta wê bandor dibûn, dixwestin hikûmet wê azad bike. Lê çawa pêkan bû ku wê berdin, ji ber ku pê piştrast bûn ku ger wê di dest xwe de dîl bigirin, an jî şikence lê bikin, teqez wê bikarin Heyder Xan neçar bikin ku xwe radest bike. Serî li her rê û rêbazê didin, şikenceyên fîzîkî û ruhî dikin, lê dîsan jî nikarin ji wê tiştekî fêr bibin. Di dawiyê de wê di odeyeke tenê û teng de heps dikin û du qezaqan jî datînin ber derî. Heybet şevek ji şevan bi hinceta biçe destavê, ji destê wan direve û diçe gundê Feştalê. Piştî demekê ku li ciheke weşartî dimîne, xwe digihîne çend ji hevalên Heyder Xan û dîsan xwe bi çek dike û tifing di dest de berê xwe dide daristanan.

Piştî demekê ku ji çend cihan alîkarî dixwazin û alîkarî nayêt, berê xwe didin gundê Feştalê û li wir tên girtin. Heybet û Sefayî tînin Siyahkûlê; jixwe wî yekser dikujin û Heybetê jî dibin Lahîcanê. Bi destûra Riza Şah Heybet tê berdan. Lê dema xebera dîlgirtina Heyder Xan li Gîlanê belav dibe, Heybet bi dilê şikestî û bi kerb berê xwe dide gundê Çoşil û piştî dardekirina Heyder Xan, di sala 1315’an de, di 29 saliya xwe de kezebreşî dibe û dimire.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê