4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li girtîgeha Şakranê zext û zordarî zêde bûne

Li Girtîgeha Jinan a Şakranê piştî greva birçîbûnê zext zêde bûn. Hat zanîn ku serdegirtinên qawîşan zêde bûne û tiştên şexsî yên girtiyan jî tên desteserkirin.

Bi destpêkirina çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, zextên li ser girtyên li Girtîgeha Jinan a Şakran a Îzmîrê tên ragirtin jî zêde bûn. Lêgerînên li qawîşan ku mehê carekê dihatin kirin, piştî greva birçîbûnê zêde bûn û hat zanîn ku di serdegirtinan de tiştên taybet ên girtiyan jî tên desteserkirin.

Ji girtiyan Kubra Fîlîz li ser telefonê bi xwişka xwe Elîf Fîlîz re axivî û zextên tên kirin vegot. Elîf Fîlîz da zanîn ku xwişka wê gotiye ku serdegirtinên qawîşan ku heta niha mehê carekê dihatin kirin pir zêde bûne û ev agahî da: “Xwişka min tev li çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger bûbû. Di vê pêvajoyê de zextên li ser wan zêde bûne. Bi zexta psîkolojîk hewl didin wan bêzar bikin. Xwişka min ji bo hevala xwe çenteyek çêkiribû û ew jî desteser kirine.”

‘Bila daxwazên wan bên qebûlkirin’

Fîlîz, da zanîn ku ji ber rewşa heyî fikarên wan hene û axaftina xwe wiha qedand: “Girtî jixwe ji azadiya xwe bêpar hatine hiştin. Çima vê zextê dikin? Bêedaletî heye û nahêlin mafên xwe bi kar bînin. Di rewşên wiha de fikarên me zêde dibin. Bila zextên li ser girtiyan bi dawî bikin û daxwazên wan qebûl bikin.”