spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Girtîgeha Sîncanê girtiyê agahiyan nede nikare pirtûk bigire

Pirtûkxaneya Gel a Edaletê ya Sincanê ku girtî mehê carekê sûdê jê digirin, parvekirina agahiyên şexsî li girtiyan ferz kir.

Pirtûkxaneya Gel a Edaletê ya Sîncanê ku girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 ya Sîncanê mehê carekê jê sûd digirin, parvekirina agahyên şexsî li girtiyan ferz dike. Pirtûkxaneyê, destnîşan kir ku girtiyên ku agahiyên takekesî parve nekin dê nikarin pirtûkan jî bigirin. Wezareta Çand û Tûrîzmê ji girtiyan re bi navê “Metna Ronîkirinê” belgeyek şandiye û armancên bikaranîna van agahiyan rêz kiriye.

Di metna ku dispêrin Kanûna Parastina Agahiyên Şexsî ya Hejmara 6698’an de, armancên bikaranîna van agahiyan wiha hatin rêzkirin: “Armanca bikaranîna van agahiyan, birêvebirina xebatan ya li gorî qanûnan, avakirina ewlehiya qadên fîzîkî, birêvebirina xebatên ragihandinê, girtin û nirxandina pêşniyaran, dîroka gerandina pirtûkê ya şexsî, xurtkirina xebatên pirtûkxaneyê, birêvebirina organîzasyon û çalakiyan, danezanên çalakiyan û têkildarî kar û barên pirtûkxanyên agahdarbûn, şopandina daxwaz û giliyan û agahîdayîna kes sazî û sazîbûnên têkildar.”

Wê pere jî ji girtiyan bê girtin

Di berdewama “Metna Ronîkirinê” de ev tişt hatine gotin: “xebatkarên xizmetê digirin, şandiner, saziyên têkildar girêdayî û agahiyên takekesî yên ji welatiyan tên komkirin li gorî madeyên qanûna 8’emîn û 9’emîn dê bi şandiner, xebatkar û saziyên wek qanûnî girêdayî saziyê, li gorî qanûnê û di çarçoveya armancên bikaranînê ya agahiyan, bên parvekirin. Serlêdana tê kirin niha bêpere ye lê dema ku ev kar bi xwe re lêçûnek anî sazî dê li gorî lêçûnan bikaribe ji girtiyan pereyan kom bike.”

Girtî êdî pirtûkan nagirin

Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sedat Yilmaz ku li Girtîgeha Sîncanê girtî ye, der barê mijarê de nûçeyek çêkir û bi MA’yê re parve kir. Li gorî nûçeya Sedat Yilmaz, girtiyan dest ji stendina pirtûkan berdaye. Di metna ronîkirinê de her çiqas wek aşkera nehatibe diyarkirin ku dê ev agahî bi kê re û bi çi armancê bên parvekirin, girtiyên ketine fikaran dest ji daxwaza pirtûkan berdane. Ji pirtûkxaneya ku mehê carekê weşanekê dide gelek girtî sûdê jê digirin. Girtiyên baweriya xwe bi vê sepanê neanîne dest ji mafê xwe yên pirtûk girtinê berdan û hin girtî jî destûra bikaranîna agahiyên xwe dan û dê karibin mehê carekê ji weşanan sûd bigirin. Di belgenameya ji girtiyan re hatiye şandin de nav, paşnav, jimara TC’yê û îmze jî tê xwestin.