2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nakokiyên Rûsya û Îranê bi çi rengî ne?

Di du hefteyên dawîn de piştî ku Rûsyayê di doza 3 giravên binakok ên di navbera Tehran-Ebû Zabî de piştgiriya Îmaratê kir. Tê payîn ku ev yek bandorê li ser têkliyên her du welatan ên di dosyayên din de jî bike

Dewletên Meclisa Hevkariyê ya Kendavê û Moskovayê hefteya borî daxuyaniyek dabû û piştgirî dabû însiyatîfa Îmaratê û hewldanên wê yên çareserkirina pirsgirêka her sê giravên dagirkirî (Teniba Mezin, Teniba Biçûk û Ebû Mûsa) ya bi rêya dan û standinên dualî yan jî bi rêya Dadgeha Edaletê ya Navneteweyî. Lewma têkiliyên Rûsya-Îranê xirab bûbûn.

Di vê çarçoveyê de Îranê gazî balyozê Rûsyayê yê li welatê xwe Alexis Dimodov kir û li hember daxuyaniyê îtîraz pêşkêş kir û daxwaza şîrovekirina helwesta Rûsyayê ya li hember vê pirsgirêkê kir.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî jî daxuyanî şermezar kir û wek “dijberî têkiliyên Îran û cîranên wê” hesiband û got “Her sê girav heta hetayê yên Îranê ne.”

Rojnameya ‘Arman Melî’ ya Îranê piştî vê biryara Rûsyayê banga helwesteke cidîtir li hember Moskovê kir û di manşeta xwe de nivîsî: “Divê Îran helwesteke êrişkar nîşan bide”. Rojnameya ‘Xurasan’ ku nêzî hikumetê ye jî ev helwesta Rûsyayê wek ‘cefa’ bi nav kir.

Giringiya van giravan

Rûbera girava Teniba Mezin derdora 2 kîlometre çargoşe ye. Li rojhilatê Kendava Ereban li nêzî tengava Hurmuzê ye. Nêzî 30 kîlomteryan dûrî îmareta Ras El Xeyme ye ya beriya damezirandina dewleta Îmaratê, girav girêdayî wê bû. Îranê di 30’yê Mijdara 1971’an de çend roj piştî ku Brîtanyayê xwe jê vekişand û 2 roj beriya serxwebûna Îmaratê ji Brîtanyayê, dest danî ser.

Girava Teniba Biçûk jî xwedî axeke kevirî ye. Li wir ava vexwarinê peyda nabe, lewma kes li wir bi cih nebûye û girêdayî îmarata Res El Xeyme bû.

Girava sêyemîn jî Ebû Mûsa ye, girava herî mezin e û rûbera wê 20 kîlometre çargoşe ye. Ew 20 kîlometreyan dûrî girava Teniba Mezin, 43 kîlometreyan jî dûrî berava Îmaratê, 67 kîlometreyan jî ji berava Îranê dûr e.

Tevî ku ev girav biçûk in, lê gelek girîng in. Ji ber ku nêzî korîdorên ewle yên deryayî û nêzî tengava Hurmuzê ne ku rojane derdora ji sedî 40’ê hilberîna petrolê ya cîhanê tê re derbas dibe. Kendava Umanê û Kendava Ereban jî bi hev ve girê dide û korîdora sereke ya ber bi Okyanosa Hindê ve ye. Lewma, yê ku van her sê giravan kontrol bike, trafîka li ava Kendava Ereban jî kontrol dike.

Sedemên nakokiya dawîn

Di çend mehên dawîn de, hewldanên lihevanîna Îran û dewletên Kendavê bi taybet Erebistana Siûdî û Îmaratê bi navbeynkariya Çînê dest pê kirin. Lê ev hewldan dirêj nekirin û careke din peyamên neyînî di navbera aliyan de derketin. Nemaze têkildarî zeviyê El Durra ku Kuweyt û Erebistana Siûdî ji aliyekî ve û Îran ji aliyekî din ve li ser nakok in. Dûre peyamên neyînî yên têklidarî her sê giravên binakok di Îmarat-Îranê de derketin. Lê ya balkêş ew e ku peyamên der barê dosyaya dawîn de navbera hevalbendên herî nêz (Rûsya û Îranê) de bûn.

Sedemên helwesta Rûsyayê ku li ser hesabê hevalbenda xwe (Îran) piştgiriyê dide Îmaratê jî vedigere daxwaza Rûsyayê ya razîkirina dewletên Kendavê û dayîna peyamên erênî ji wan re. Nexasim piştî ku nîşaneyên jinûve destpêkirina normalîzekirinê di navbera dewletên Kendavê û DYA-Rojava de derketin. Rayedarên dewletên rojavayî gelek caran serdana Siûdiyê û Îmaratê kir. Di hin raporan de tê destnîşankirin ku DYA`yê vê dawiyê siyaseta xwe guherandiye. Siyaseta nû jî li ser vegerandina girîngîdayîna têkiliyan bi dewletên Kendavê û Rojhilata Navîn re tê meşandin, ji bo ku li hember serweriya Rûsya, Çîn û Îranê ku di demên dawîn de zêde bûye, bisekine. Rûsya bi piştgiriya Îmaratê dixwaze dewletên Kendavê teşwîq bike ku ji hewldanên rojavayî û amerîkî yên ji bo vegerandina têkiliyan dûr bikevin.

Ev ne cara yekemîn e ku Rûsya vê siyasetê dimeşîne. Beriya niha jî ev siyaset li Sûriyeyê meşandiye. Lê ruxmî hevkariya Rûsya-Îran a li Sûriyeyê, Moskovê bi Îsraîl û DYA`yê re ji bo sînordarkirina serweriya Îranê li Sûriyeyê, lihevkirin îmze kirin û êrişên hewayî li dijî hêzên Îranê li Sûriyeyê paşguh kirin. Tevî ku pergalên parastinê yên hewayî yên Rûsyayê û yên pêşketî jî li wir hene. Moskovê bi vê gavê xwest Til Evîv, Washington û welatên rojavayî razî bike, da ku nakokiya di navbera wan de li Sûriyeyê gûrtir nebe, di heman demê de hewldaneke ji bo ku dewletên rojavayî rola Rûsya li Sûriyeyê nas bikin.

Encam

Ji nirxandina li jor diyar dibe ku nakokiya Rûsya û Îranê ya têkildarî giraven Îmaratê û bûyerên li Sûriyeyê, nakokiyeke taktîkî ye û dê bandorê li têkiliyên stratejîk ên herdu aliyan neke. Ruxmî ku Îran, hinek ji tevgerên Rûsyayê bi hêrs bû. Lê dîsa jî dibe ku koordîneyeke veşartî ya lihevkirinê di navbera Moskov û Tehranê de hebe nexasim ku Îran baş dizane ku tevgerên Rûsyayê yên xetên sor derbas nake, bandorê li berjewendiyên wê yên li herêmê nake.

Ev yek li Sûriyeyê xuya dibe, dema ku Îsraîl û Amerîka bi êrişan xwestin fişarê li Îranê bikin. Lê belê Îran li gelek herêmên Sûriyeyê serwer bû. Nemaze piştî ku nakokiyên Moskov û welatên rojavayî yên piştî destwerdana leşkerî ya Rûsyayê li Ukraynayê zêde bûn, erêkirina Rûsyayê bi dest xist.

Ji bo herêma Kendavê jî tê pêşbînkirin ku Rûsya bi rêya fişarên “xeyalî” li ser Îranê, peyamên piştgiriyê yên nixumandî bi Kendavê re nîşan bide. Lê belê heke nêzîkbûna welatên Kendav-welatên Rojavayî careke din zêde bû, Rûsya dê dîsa piştgiriya fîîlî û eşkere bi Îranê re nîşan bide.