6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Hatayê muşahid hatin derbkirin

Muşahidên ku li navçeya Antakya ya Hatayê li dijî bêusuliyan derketin hatin derbkirin.

Welatiyên bi navên Berkant Doran û Suleyman Yeral li Dibistana Seretayî ya Muhtar Abdurrahman Çetîner a Demîrkopruyê ku li ser rêya navçeya Reyhanli ya Hatayê weke muşahid hatibûn peywirdarkirin, hatin derbkirin. Doran û Yeral li dijî wê yekê deketin ku bi kesên dengên xwe didin re bikevin kabînê û deng bêyî nasnameyê bên avêtin.

Piştî îtîrazên muşahidan, keyayê taxê li xizmên xwe geriya û ew wekî muşahidan li dora sindoqan bi cih kir. Muşahidên ku li dijî bêusuliyan derketin ji hêla kesên di bin navê “muşahid” de anîn dora sindoqan ve hatin derbkirin. Hat zanîn ku cendirmeyên di dema derbkirinê de li taxê mudaxaleyî êrîşkaran nekirin.