Şewata ku di encama bombebarana balafirên leşkerî de, li gundê Mêhrîna yê herêma Bestayê derketibû, 4 roj in didome. Şewata ku bi tu awayî mudaxale lê nayê kirin her ku diçe belav dibe. Leşker bi hinceta ku herêm qedexe ye nahêlin welatî biçin mudaxaleyî şewatê bikin.
Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî li aliyekê herêma ku şewat lê derketiye bi xwe vemiriye û li aliyê din jî hêj şewat didome.