spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Îranê 4 jin hatin binçavkirin

Hêzên dewleta Îranê li bajarê Şîrazê careke din êrîş birin ser Bahaiyan, ji baweriya Bahaî ku li Îranê di bin zexta dewletê de ye 4 jinên din hatin destgîrkirin

Hêzên dewleta Îranê li bajarê Şîrazê careke din êrîş birin ser Bahaiyan. Li gorî çavkaniyên Îranî, Sahar Mohebpoûr û Roksana Vejdanî 26’ê Îlonê li cihê kar, Bahareh Qaderî û Setareh Ta’amî jî li malên xwe hatin destgîrkirin.

Hate ragihandin ku di lêgerînên li malên jinan de pirtûkên olî, wêne, kompûter û telefon jî di nav de hin alavên şexsî yên jinan hatin desteserkirin. Jinên hatin destgîrkirin nehate zanîn bê çi sûc kirine.

Bahaî ji ber baweriya xwe li Îranê bi dehan sal in li zilmeke bi rêk û pêk rast tên.

Komara Îslamî ku Şîatî ola dewletê ye, Bahaî weke yên ji rê derketî û ‘sîxurên’ Îsraîlê têne dîtin. Ji ber ku cihê dîrokî yê Bahaiyan li Hayfa ya li bakurê Îsraîlê ye, ji vê yekê re weke hincet tê nîşandan.

Bahaî didin ser şopa Bahaûllah ku sala 1817’an li Îranê ji dayik bû. Bahaûllah weke damezrînerê ola yek xwedayî û pêxemberê wê yê ku yekîtî û wekheviyê diparêze, tê dîtin.

Baweriya wan ji aliyê rayedarên Îranî ve nayê naskirin. Tevî vê yekê jî tê gotin ku li tevahiya cîhanê heft milyon kes li ser şopa Bahaîtiyê ne. Xwe weke hindikahiya olî ya ne misilman a herî mezin a li Îranê didin naskirin.

Tê texmînkirin ku li Îranê 300 hezar bawermendên Bahaî hene.