30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qeyûmê Amedê heqê rê derxist 14 TL’yan

Qeyûmê Amedê piştî 3 mehan careke din heqê rê zem kir. Bi zema ku hat kirin re heqê rê ji 10 TL’yan derket 14 TL’yan.

Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê, di nav 3 mehan de careke din heqê rê zem kir. Beriya 3 mehan di meha hezîranê de jî qeyûm heqê rê zem kiribû. Qeyûm heqê rê ji sedî 33 zem kir. Qeyûm bi zema nû re di nav 3 mehan de heqê ji sedî 115 zêde kir.

Li gorî zema nû heqê rê ji bo dûrmîşan ji 10 TL’yan derket 14 TL’yan.

Ji bo xwendekaran jî heqê rê ji 6 TL’yan derket 8 TL’yan.

Ji bo otobusên şaredariyê û otobusên şîrketên taybet ên girêdayî şaredariyê jî heqê rê ji bo xwendekaran derket 6 TL’yan ji bo kesên ne xwendekar jî derket 10 TL’yan.

Zema ku hat kirin îro ket meriyetê.