1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Îranê bi gaza jehrî 4 zarok hatin kuştin

Li Îranê bi êrîşên gaza jehrî yên li dibistanên ku keç lê perwerde dibinîn 4 zarok jiyana xwe jidest dan

Li bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ji 30’ê mijdarê ve bi taybetî li ser dibistanên ku keç lê perwerde dibînin êrîşên bi gazên jehrî tên kirin. Êrîş li 33 bajarên pêk hat û gelek xwendekar jehrî bûn. Hêj nehatiye zanîn ku êrîş ji aliyê kê ve hatiye kirin û têkildarî kîmyewiyên ku hatine bikaranîn jî agahiyên zelal nehatine bidestixistin. Tê diyarkirin ku herî kêm hezar xwendekar jehrî bûne. Di encama êrîşa kîmyewî de zarokê bi navê Karîn Alamdarî jî di nav de 4 zarok hatin kuştin.

Xelkê Mahabadê nerazîbûn nîşanî jehrîbûna ku di demên dawî de li dibistanan zêde bûne, da û dest bi çalakiyan kir. Xelkê barîkat danîn û agir vêxistin û banga zêdekirina çalakiyan kir.

Li navçeya Gogtepe ya Mahabadê piştî xwendevanên Dibistana Keçan a Sabayê bi jehrîn bûn, gelek dibistanan biryar dan ku li dibistanê saetekê zû dersên xwe biqedînin.