10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Îranê cezayê birîna tiliyan ji bo du tawanbaran hatiye bicihanîn

Serokê Dadweriya Qumê Elî Mozeferî der barê birîna tiliyên du girtiyan yên bi tewanbariya diziyê hatibû girtin di nava sala derbasbûyî de li bajarê Qumê hatiye bicihanîn daxuyanî da

Bi gotina Mozeferî, îdianameya dozeke din ji bo sê kesên din bi tometên heman rengî bo dadgeha tawanan a parêzgeha Qumê hatiye şandin û niha ev sê kes di bin metirsiya pêkanîna cezayê birîna tiliyan de ne.

Serokê Dadweriya Parêzgeha Qumê da zanîn ku, îsal piştî erêkirina biryarê û girtina tedbîrên yasayî li dadgeha Qumê, biryara birîna tiliyan li ser du dosyayên diziyê hat bicihanîn.

Mozeferî her wiha bala kişand ser dosyaya sê kesên ku bi tawana talankirina malan li Qumê hatine tawanbar kirin û got: “Ev kes bi 8 tawanên diziyê ku cezayê wan tê birîn û 5 tawanên diziyê yên ku cezayê wan hatiye birîn û dosyaya wan tê amadekirin. Sewqî dadgeha ceza ya parêzgehê hat kirin; ji bo biryarê bidin.”

Li gor daxuyaniyên vî berpirsê dadweriyê dosyaya van kesan bi pênc tawanên diziyê bo dadgeha tawanan, hatiye şandin û ev sê tawanbar di metirsiya bidarvekirin û cîbicîkirina hukmê qutkirina tiliyan de ne.

Muzeferî nasnameya 2 kesên ku tiliyên wan hatine birîn û 3 kesên ku li ber birîna wan bûne negot.

Di zagona cezayên îslamî de “cezayê diziyê” cezayê diziyê ye û li gor pirbûna diziyê li gor hikmên fiqihê tê sepandin. Cara yekem çar tiliyên destê rastê (ji xeynî tiliya beranî) têne jêkirin. Di ya duyemîn de, lingê çepê ji beşa lingê derketî tê jêkirin, di ya sêyemîn de cezayê muebetê û di ya çaran de jî mirin.

Tevî ku Neteweyên Yekbûyî, Lêborîna Navdewletî û rêxistinên din ên mafên mirovan çendîn caran daxwaza rawestandina cezayên qutkirina tiliyan û cîbicîkirina van cezayan li Îranê kirine, lê bidarvekirin û bicîanîna cezayên wek qamçkirin, qutkirina tiliyên dest, kevirkirin û perçekirina endaman li Îranê berdewam e.

Di vê çarçoveyê de Berdevka Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Ravîna Şemdasanî di Tîrmeha sala borî de ragihandibû ku li gorî raporên rêxistinên mafên mirovan, saziya dadweriya Îranê herî kêm 237 kes ceza kiriye ku piraniya wan ji komên xizan ên civakê ne. Partiyên Îranê di bîst salên borî de herî kêm 129 xalên bi vî rengî cîbicî kirine.

Berdewamiya cîbicîkirina hukmên qutkirina tiliyê di demekê de ye ku Îranê wek endamekî Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, Peymana Navdewletî ya Mafên Medenî û Siyasî îmze kiriye.

Li gorî xala VII ya vê Peymanê, nabe ku tu kes rastî îşkence, muameleyên biçûkxistinê, cezayên nemirovane û hovane bên.