28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DYA: Em hêzên xwe ji Iraqê venakişînin

Berdevkê Wezareta Parastinê yê Amerîkayê Patrick S. Ryder bersiv da bangên rayedarên Iraqê yên ji bo derxistina hêzên wan ji Iraqê û diyar kir ku ti planeke wan a hêzên xwe ji Iraqê vekişin, nîne.

Di 4’ê Çileyê de li kolana Filistîn ya li Bexdayê, bi balefirek bê mirov û bi çek baregeha hêzên Heşda Şeebî hate bobmbebaran kirin. Piştî êrîşê Tevgera Nucebayê kuştina fermandarê xwe yê bi navê Ebû Teqwa Seîdî û alîkarê wî yê bi navê Ebû Îmtîhan ragihand. Amerîkayê jî piştre ragihand ku êrîş ji aliyê wan ve pêk hatiye.

Piştî bûyerê, ji rayedarên Iraqê gelek nerazîbûnên tûnd hatin, ji gelek aliyan jî banga derxistina hêzên Amerîka yên di nav xaka Iraqê de hate kirin. Amerîkayê bersiva bangên rayedarên Iraqê da.

Berdevkê Wezareta Parastinê yê Amerîkayê Patrick S. Ryder di daxuyaniyek çapemeniyê de ragihand ku ti planek wan ku hêzên xwe ji Iraqê vekişîn nîne, niha nêzî 2 hezar û 500 leşkerên amerîkî li Iraqê ne.

Ryder di dewamê de got; “Hêzên Amerîkayê li ser daxwaza hikumeta Federal li Iraqê ne, em ê têkoşîna dijî DAIŞ’ê ya li herêmê dewam bikin. Heya niha jî Iraqê ji bo vekişîna hêzên me ya ji Iraqê, tiştek ji Wezareta Parastinê ya Amerîkayê re ne gotiye. Tevî vê jî Amerîka ji bo vê mijarê ji hemû guftugoyan re amadeye.”

Hêjayî gotinê ye ku baregehên Amerîkayê yên li Sûriye û Iraqê gelek caran ji alî komên çekdar ên girêdayî Îranê ve bi dehên caran hatine hedefgirtin.