18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Îranê zextên li ser jinan zêdetir bûne

Piştî serhildana jin, jiyan, azadî her ku diçe li Îranê zextên li ser çalakvanan bi taybetî jî li ser jinan zêdetir bûne. Tevî zextan jî çalakvan bi rêyên cuda helwesta xwe nîşan didin

Bi nêzîkbûna salvegera destpêkirina serhildana jin, jiyan, azadî re rejîma Îranê zextên xwe yên li ser çalakvanên sivîl, siyasî, bi taybetî jinan û ji pêkhateyan jî Behayiyan zêdetir kiriye. Rejîma Îranê gefan li malbatên kesên ku di serhildanê de jiyana xwe ji dest dane dike daku merasîmên bîranînê lidarnexin.

Jin li dijî zextên rejîma Îranê li ber xwe didin. Jinên Îranê daxwaza mafên xwe yên bingehîn ku yek ji wan jî bi awayek azad li xwe kirina cilûberg û karneanîna hîcaba bi zorê ye.

Bi nêzîkbûna salvegera qetilkirina Jîna Emînî û destpêkirina serhildana jin, jiyan, azadî re, hewildanên dewleta Îranê û zextên wê yên ji bo bêdengkirina welatiyan zêdetir bûne.

Hêzên rejîma Îranê ji bo pêşî li çalakiyên ji bo salvegera serhildana jin,jiyan,azadî bigrin, hêzek mezin li bajarên bakurê welat belav kiriye û dest bi binçavkirina çalakvanên jin kiriye.

Derbarê zextên rejîma Îranê de Ofîsa HRW’ê ya li Beyrutê bi daxuyaniyek zextên rejîma Îranê şermezar kir û daxwaz ji civaka navdewletî kir ku zextên rejîmê yên li ser jinan û welatiyan bixin bernameya xwe ya kar û helwest nîşandin.

Lêkolînera Karûbarên Îranê ya li HRW’ê Tara Spêhrî Fer derbarê girtina 16 çalakvanên jin ku di 16’ê Tebaxê de li parêzgeha Gîlan hatibûn girtin de got: “Armanc ji vê pêla girtinê, bêdengkirina nerazîbûnên girseyî ya li beramberî binpêkirinên berdewam ên mafanin. Rayedarên îstixbaratî û dadwerên Îranê li dadgehan li dervey pîvanên navdewletî tevdigerin û tometên nerast dixin ser çalakvanan.”

Tara Spêhrî Fer di dewamê de dibêje, ji bilî girtina van çalakvanan, rejîma Îranê li hin deverên din ên Îranê jî bangî çalakvanan kiriye û zextên li ser pêkhateya Behayiyan zêdetir kiriye. Her wiha gef li malbata kesên di xwepêşandanan de hatine qetilkirin kiriye ku merasîmên salvegerê ji bo zarokên xwe lidarnexin.

Zextên rejîma Îranê li Rojhilatê Kurdistanê jî berdewam dikin. Nêzî 30 çalakvan di nava kêmtir ji 2 hefteyên borî de hatine girtin. Her wiha bangî gelek malbat û çalakvanan kirine û gef li wan kirine ku tevlî ti çalakiyan nebin.