4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Mêrsînê konferansa jinan

Parlamentera Partiya Çepên Kesk Perîhan Koca di konferansa jinan a bajar de axivî û bal kişand ser têkoşîna hevpar a di pêvajoya jinûveavakirinê de. Koca, diyar kir ku dê nexşerêya serdema nû li vir diyar bikin.

Meclisa Jinan a Bajar a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk a Mêrsînê di çarçoveya pêvajoya jinûveavakirinê de konferansa jinan a bajar li dar xist. Konferans, li Navenda Çandê ya Sanatoliayê hat lidaxistin û pankarta bi kurdî û tirkî ya “Em xwe bi serhildana xwe birêxistin dikin, azadiya xwe diparêzin” hatin hilayîstin. Nûnerên rêxistin û saziyên jinan ên bajar jî tev li konferansê bûn. Konferans, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Piştre jî Hevseroka HDP’a Mêrsînê Bedriye Kuş axivî û bal kişand ser rola jinan a di pêvajoya jinûveavakirinê de.

Bal kişand ser têkoşîna hevpar

Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Mêrsînê Perîhan Koca jî bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar a di pêvajoya jinûveavakirinê de û ev tişt anî ziman: “Em ê nexşerêya serdema nû li vir xêz bikin. Jin, karker û kedkar têk neçûne. Hêj jî li kolanan in. Jinên kurd, femînîst û karker serî hil didin. Em kengî qala têkoşîna hevpar bikin, wê demê em ê li ser çareseriyê biaxivin. Em tevek jî ji navenda giştî parçeyeke pirsgirêkên herêmî ne û xwedî wê hêzê ne ku van pirsgirêkan çareser bikin. Hewcehiya me bi nexşerêyeke ku navendê ji herêman ve xurt bikin. Li Mêrsînê hewcehî bi têkoşîna li dijî tundiya ser jinê û bikaranîna hişbirê heye. Yek ji bajarên ku potansiyela wê ji bo têkoşînê herî zêde heyî Mêrsîn e. Pêdivî bi mezinkirina têkoşîna hevpar heye. Divê em tevek jî xwe parçeyeke pêşniyarên çareseriyên ji bo Mêrsînê bibînin.”