12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Iraqê hilbijartina taybet ya ji bo encûmenên parêzgehan dest pê kir

Hilbijartina taybet ya ji bo hêzên leşkerî, girtî û koçberan ya ji bo hilbijartina encûmenên parêzgehên Iraqê destpê kir.

Li Iraqê di saet 07:00’an de hilbijartina taybet ya hêzên leşkerî, girtî û koçberan ya ji bo hilbijartina encûmenên parêzgehên Iraqê dest pê kir. Bi giştî mafê milyonek û 2 hezar û 393 kesan heye ku divê hilbijartina taybet de dengên xwe bikarbînin.

Li gorî daneyên komîsyona hilbijartinê ya Iraqê ji bo hilbijartina encûmenên parêzgehên Iraqê mafê 15 milyon û 108 hezar û 135 welatiyan heye ku dengên xwe bikarbînin.

Li Kerkûkê milyonek û 153 hezar û 400 dengdêr hene û ji bo bidestxistina 15 kursiyên encûmenên parêzgeha Kerkûkê diçin ser sindoqan. Li Kerkûkê 11 lîste û hevpeyman hene û Kurd jî bi yek lîsteyê neçûne hilbijartinê.

Li Kerkûkê 245 namzet ku ji vê hejmarê 17 jê jinin, ji bo piraniya dengan ketine nava pêşbirkê.

Tê payîn dengdana taybet heya saet 18:00’an dewam bike. herwiha dengdana giştî jî wê di 18’ê mehê de saet 07:00’an destpê bike heya 18:00’an dewam bike. Tê payîn piştî wê di nava 24 saetan de encam werin ragihandin.