spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qeymeqamtiya Kuçukçekmeceyê Konsera NÇM’ê qedexe kir

NÇM’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku konsera wan a bi boneya 32’yemîn salvegera wan hatiye qedexekirin û da zanîn ku dê cih û saeteke nû diyar bikin.

Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) dê bi boneya 32’yemîn salvegera xwe di 16’ê kanûnê de bi dirûşma “Roja azad, hunera azad”  li navenda Pêşandanan a Yahya Kemal Beyatli ya li Kuçukçekmece ya Stenbolê konser li dar bixista. NÇM’ê ragihand ku Qeymeqamtiya Kuçukçekmeceyê bêyî hincetekê nîşan bide, konsera wan qedexe kiriye.

Dê cihê nû were diyarkirin

NÇM’ê bi domdarî ev  agahî dan: “Em ê bi daxuyaniyeke çapemeniyê cih û saeta nû ya konserê diyar bikin. Têkildarî mijarê em ê sibe saet di 11.00’an de daxuyaniyê bidin û hûrgiliyan bi gelê xwe û raya giştî re parve bikin.”

Hat zanîn ku dê daxuyaniya sibe li avahiya NÇM’ê bê dayîn.

Dadgehê biryara binpêkirinê dabû

Hêjayî bibîrxistinê ye ku pîrozbahiya 30’emîn salvegera NÇM’ê ya di sala 2021’ê de jî hatibû qedexekirin. 6’emîn Dadgeha Îdareyê ya Stenbolê ev biryare bi sedema “azadiya xweîfadekirinê, mafê azadiya zanist û hunerê û civîna aştiyane hatiye binpêkirin” betal kiribû. Lê vê biryarê mexdûriyeta heyî ji holê ranekiribû.