28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tecrîd qirkirina bêdeng e

Gul, semboleke welî ye ku evîn, delalî, dahatu, dildarî û bextewarî tê de tê dîtin e. Divê ev delalî, di şikefta tarî de dîl neyê girtin. Ocalan vê rastiyê bi balkêşî estetîze dike û ji ensdustrîyalîzma şehewî û bazirganiya “dînazorî” rizgar dike.

Pengava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasi” gavek dirokî ye. Divê ev pengav, di çarçoveya rastkirina herka çemê dîrokê de bê dîtin û serketin werê bidestxistin. Ev jî bi têkoşînek berfireh û kollektîf ve girêdayî ye. Ji bo her kurdî berpirsiyeriyek mezin e. Ne siyasetmedar, ne rewşenbîr, ne tu kesek dikarin ji vê berpirsiyariyê birevin. Bêguman barekî giran e, bi taybetî întelîjansiya kurd divê bi gotinên klasîk û dubare nêzîkî mijarê nebin.

Ocalan, di demeke ku cîhan dinava firtoneyên siyasî û civakî de dihejiya derkete holê. Bi dadgehkirinek têgihiştî, nirxandin kirin, tez û nexşeriyên çareseriya pirsgirêkan, di pirtûkên weke “îlm-î hal” de denîne hole. Bi vî rengî gavekê derkete pêşiya feylesofên sedsala 19 û 20an.

Ez mînakan bidim: feylesofê Frensî Raymond Aron, dibêje, di navbera çînên jêr û jor de asansor nine. Gelo ev dîtin, ne li dijî diyalektîka hûmanîzmê ye? Ocalan, bersiva pirsê, ne bi demokrasiya parçekirî, bi demokrasiya rasteqîn, gelê demokratîk-siyaseta demokratîk-desturnameya demokratîk dide. Bextewariya mirovaniyê, ne di çînan de, di jiyana hevreyî û wekhevî de dibîne. Ev derbaskirina formulekirina çînayetî ye. Çinayetî hinekî parçekirina komên xelkê ye, Ocalan vê parçekirinê red dike.

Sosyologên ku gundiyan her dem di “xewa şêrîn” de dibînin, dibêjin; Pirtûk naçin gundan, tenê pirtûkên olî diçin û hêza gundiyan bi sînor dike.  Ocalan, gundiyan weke bingeha pêşketina mirovaniyê dibîne û rast e. Xweza, pirtûka jiyanê ye û herî baş gundî vê pirtûkê dixwênin û têdigihjin. Darek jî be, ji bo gundiyan bi binirxe. Kesên ku bax û bîstanan, dehl û darîstanan datînin jî gundî ne.

Yanî; eger gundiyan “destar” ne dîtiba ya, “deng” çênekiriba na, aş û fabrîka çênedibûn.  Gundî, halet-î destpêka utopya ne.

Mînak du; Hegel, “Çûkê Mînerva” –Kund- kiriye sembola felsefeya xwe û dibêje; Ev çûk di tariya şevê de difire. Baş e, di sê danên rojê de, tarîtiya ku modernîteya kapitalist afirendiya, gelo bi kîjan çûkî tê berteref kirin? Ocalan “GUL” kiriye sembol û di kesayeta gelê kurd de, parastina hemû gelan, ya jinan di parastina cewherî de nîşan daye.  Dibêje; Gul, ji bo parastina xwe, stirîyan li dora xwe rêz dike. Ev nirxandin tê wateya ku, gul estetîzasyona jiyana bi rûmet û azad e.

Kund, çûkê xwedawenda Romayî Mînerva ye û em dewam dikin; Çûkê Mînerva, barhilgirê zanistê ye, piştî roj diçe ava difire. Lê balkêş e, ronahiya ku di şevê de bi fira Kund azad dibe, di rojê de wê çawa rizgar bibe?  Di rojê de jî, zanist, ked dîl hatine girtin. Ocalan, bersiva vê pirsê, “Di redkirina qazkirina kirasê ku dewlet û dîroka fermî li mirovan” de dide û mirovaniyê ji zindana dîroka fermî rizgar dike.

Gul, semboleke welî ye ku evîn, delalî, dahatu, dildarî û bextewarî tê de tê dîtin e. Divê ev delalî, di şikefta tarî de dîl neyê girtin. Ocalan vê rastiyê bi balkêşî estetîze dike û ji ensdustrîyalîzma şehewî û bazirganiya “dînazorî” rizgar dike. Ev bîrdoza Ocalan, li hemberî dînazorê ku zarokên xwe dixwe, parastina zarokan e.

Piştî mînaka koçekê li Laleşa Nuranî, ku mînaka “gul” ê di wateya îlahî de vedibêje, em ê vegerin ser mijara “dînazor”ê ku zarokên xwe dixwe: Di serdana Başûrê Kurdistanê de, Pîrozgeha Laleş de, min wateya navê  “LALEŞ” ji koçekekî pirsî.  Got. “La, û lal, “lal û elah”, navê Xwedayê mezin e. Di ola Îslamê de jî, lal-e û hî-lal, nave Îlah in; gula LALE jî bi nave Îlah tê nikirandin. Gotina “Laleş” jî  ew rasti ye û navê Xwe-za û Y-ezdan, “îl-ah,  lal-alah-ellah tê.”

Mirov dikare vê şerha koçek, di rengekî cûda de ku ola Ezdayî bandor li “şerî’atî Ahmedi”ye kiriye jî binirxîne. Ocalan jî, gelo dabaş û babeta Peymana Medîna di vê çarçoveyê de girtiye dest û li dijî bazirganên olî û bazirganê maddî, riya çareseriyê û xwe parstinê nîşan daye?

Ev pirs, ji nirxnadinan re vekiriye. Her çiqasî Xwedawenda Minerva bi çûkê Kund, azadiyê di şevê de nîşan dide jî; Ocalan, di nava roj de, bi gulê, azadiya li hemberî dîlgirtin û zilma modernîteya demokratîk nîşan dide. Fira Kurd ya di şevê de, tê wateya metefora parçekirina tariyê. Lê, di rojê de dîlgirtina zanistê û di vê çarçoveyê de, dîlgirtina mirovan bi sersibehiya rojê re dest pê dike. Mirov beriya rojhilat dibezine kar, sê danên rojê bi keftûleftek bê rawestandin kar dikin, dema roj diçe ava, ji dîlgirtina kar û keftûleftê azad dibin. Em dewam dikin; Kurd, sed sal in di tariyê de ne, çûkê Kund jî di nava kurdan de dengê ne xêrê ye. Kurd, di efsaneya Siltan Silêman, jina wî Belkîs û şerê çûkan de, Kund pêşengê çûkan dibînin û bi pesindarî behsa wî dikin. (ev efsane, di romana min “Berxwedan Jiyan e” de heye) Dîse jî Kurd, di şevê de dengê Kund weke dengê ne xêrê dibînin. Kund çûkê xirbeyan û cihûwarên wêran e.  Sedem jî ew e ku, tarîtî, yanî şev, qada serdegirin û êrîşa romi’yan û komên muxlacî û çeteyan e. Ji bo vê jî, gotina “romî” îşkdan û serdestkirina faşîzma dewşîrme têzanîn.

Di mîtolojiya Yewnaniyan da Aşîl çiqasî sembola hîleyan be, romî, paşayên Îttîhat û Terakî sembola bêbextî, telaqreşî û derewan e. Paşayên Îttîhadî, ji bo serdestiya xwe bidomînin, Tirkan weke “şûrê Xweda” bi nav dikin. Yanî Xwedayê mezin kuştin û rijandina xwînê rewa dîtiye û ev karê qirêj û suc jî weke xelat daye wan. Di tu kelamên Xwedayê mezin de, “biçe bikuje”, “biçe wêran bike û talan bike” nine. Xanîmeta di ola Îslamê de jî ne bi vî rengî ye.

Van gunehkaran, îradeya Xwedê jî dagirkiriye!.. Divê întelîjansiya Kurd, vê rewşa li dijî lîteretura sosyo-polîtîk, bi xurtî û berfireh bikin mijara xwe û di pengavê de vebêjin.

Di nava lêgerinên sedsalan de, her dem hatiye xwestin ku herka çemê dîrokê were rastkirin. Lê çînên serdest her dem, bi qanunên zincîrî ku weke meteforan têne binavkirin, ev lêgerîn asteng kirine, herka çemê dîrokê jî li gorî xwe dîzayn kirine. Îro jî, di şerê 3mîn yê cîhanê de, ev meteforên qirêj li ser kar in, mafên microvan ê kanunên gerdûnî bin pê dikin.

Tecrîda li ser Rêber Ocalan jî ev metefora qirêj e.

Kurd û dostên wan, yan jî vijdanê şiyar yê mirovaniyê, di azadiya Ocalan de, li formulên cûda ku mirovanî aram bibe, aştiyek mayînde were afirandin ketine nava lêgerînan.

Pengav jî ev lêgerîn e

Em hinekî din vekin; faşîzm, nijadperestî, yekparêzî, olperestiya hişk, cinsiyetparêzî, bi giştî zordestî û zilm weke ehmeqiya berhemê netewe-dewletan tê binavkirin. Hinek kes jî vê ehmeqiyê weke berhemê gerduna dîlgirtî binav dikin.  Her du nirxandin jî rast in. Lê ehmeqiya zordest a netewe-dewletê, me bêhtir alaqadar dike.

Rêber Ocalan, divê çaçroveyê de restorasyona modernîteya kapîtalîst red dike û weke xapandinê binav dike. Avakirina Îttîhat û Terakkî, avakirina Komara Tirkiye û hemû pêvejoyên rêxistiniya “faşîzmê”,  (ez dibêjim faşîzma dewşîrme) di şerên neteweyî û avakirina  cumhuriyetên bazirgan  û dîl girtina gelan, girtina dibin nîrê koletiya modern de, çawa têne şelandin bi befirehî daniye holê. Ocalan, di nirxandinên xwe de, li ser navê tevahiya gelan diaxive. Di kesayeta xwe de, di kesayeta Tevgera Azadiyê de, di kesayeta gelê Kurd de, ji hemû îdeolojiyên îdeolojîk cûda, mirov û mirovaniyê, jinê û xwezayî  diparêze û derdixe pêş. Kîna çînayetî datîne aliyekî, kina gel di rêça aştî, azadî û wekheviyê de seferber dike.

Ahlakê civakê weke îrade esas digire, ahlakê hêzên serdest ku talan û wêraniyê dikin red dike. Dema ku faşîzma dewşîrme behsa olê dike, her daîm, nirxandina Ocalan ya derbarê “Peymana Medîna”de tê bîra her kesî.

Faşîzma dewşîrme nikare xwe bikaranîna nirxên olî, bi taybetî bi behaneyên “terorê” meşrû bike. Ewropa jî, yanî cîhana ku xwe weke derguşa demokrasî bi nav dike, di şerê 2mîn yê cîhanê de faşîzma li Ewropa ya Hitler û Mussolînî mahkum kir, îro jî mazoşîzma Hîtler ya li hemberî gelê Cihu tê dadgehkirin. Lê faşîzma dewşîrme, li Rojhilata Navîn û gelên herêmê kire bela û her dem xwedî kir, îro jî xwedî dike.

Di her êrîşên li dijî gelê Kurd de, mezoşîzma faşîzma dewşirme heye.

Tecrîda li ser Ocalan, li girtîgehan û li ser gelê kurd tê meşandin jî ev nexweşî heye. îro jî hinek ji gardiyanan, midurên zindanaan, xwe weke mezoşîstê navdar Esat Oktay Yildiran binav dikin. Ji sedema tecrîdê, li zindanan bi sedan kesî jiyana xwe ji dest dane, ev komkujiyên bêdeng in. Ji bo vê jî min tecrîd weke komkujiya bêdeng binav kir.

Sosyolog gotina “gelê di şikeftê dîl girtî” di wateyak mecazî de bikartînin. Lê, tecrîd ne mecazî ye, gelê kurd, gelên li Tirkiyê û bi deh hezaran girtî di zîndanan de dibin tecrîdê de têne girtin. Ev jî tê wateya pratîzekirina qirkirinên komî û bêdeng. Feylesofên sedsala 19mîn û 20mîn, bi armanca “mukemmelkirin”a civakan feslefe kirin. Lê modernîteya demokratîk, bi taybetî burjuwa, kanunên aqîl ji holê rakirin, kanunên îstîsmarê kirin pratîkê, sîstema “kartel-îzm” ava kirin. Ev kuştina diyalektîkê ye û yek bi yek filozof û pêşengên şoreşan ji hole rakirin.

Marx, li Belçîka di sirgunê de, ji sedema ku nikaribû derman ji kurên xwe re bikire, 2 kurên xwe bi êşa zirav winda kirin. Lê Rojavayî, Marx, îro weke nirxên xwe binav dikin. 5 Lehengên Şoreşa Frensa kuştin, lê Peymana Şoreşa Frensa kirin bingeha avakirina NY û weke Peymana Mafên mirovan ya Cîhanê pejirandin. Lê, CPT û Konseya Ewropa, tecrîda ku di kanunên wan de suc e, ji nedîtî ve tên.

Ev barbariyet-hovîtiya hêzên serdest e

Ocalan, weke Montesquuieu, gotina “demokrasî fazîlet e” bikar tine. Lê faşîzma dewşîrme, tîpên gotina “demokrasî û fazîlet”ê wek şema li ser dergehên serokkomariyê, parlamento û wezaretên ve daleqandiye.  Hem hilbijartinan dike, hem parlamentoyê ava dike…  Qesra Cumhur jî li ser serê hemû rêgez û nirxên demokrasî kiriye keliha kiryarên faşîzan. Derî û pencereyên xwe ji hemû ronahiyan, ji Çûkê Mînerva, gul, la-îl-elleh re girtîne.

El encam: Divê kurd paradîgmeya Ocalan weke felsefeya ideal, azadî û edalate civakî bîbinîne û bidin naskirin. Dibê ku hin kes, hin kemasiyan, yan jî li gorî şaşiyan bibînin, ev jî mumkun e, lê dive bi cesaret û têgihiştinek zanistî van kêmasî şaşiyan binîvîsin. Ji bo întelîjansiya kurd, cesaret-degelî-werekî ji her tiştî girintir e. Degeliya intelîjansiya kurd wê tujikan li vijdanê razayî yê mirovaniyê bide û rake ser piyan. Divê kurd, di vê sedsalê de jî nebin dilxizan, wêranzar û dilşikestiyên li gorîstanan.

Doza Ocalan, azadiya Ocalan, pirsek neteweyî ye û di ser hemû berjewendiyan re ye. Divê tu kes, tu partî, tu rêxistin, pîşeyê xwe, karên xwe derneyêxê pêş û nebêje; ez doctor im, ez mîmar im, ez endezyar im, ez rojnamevan im, ez dikandar im, ez nivîskar im,  wehîm wehîm û wehameta bêterefî, bazirganî derneyêxê pêş û ji berpirsiyariyê nerevê. Her kes, bila qeydûşert, her kes dikare tiştekî bike û cihê xwe di pengavê bigire.

Eger kurd komkujiya bêdeng erê bikin, yanî rastiya ezelî û ebedî nebînin, di referansên azadiyê de, azadiya Ocalan nebînin,  bedcanê faşîzma Erdogan, wê heta bi mirîşkên kurdan jî  tune bike.