28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Têkiliya ziman û wêjeyê

Adar Jiyan
Adar Jiyan
Li gundê Dengiza ku bi ser Stewra Mêrdînê ve ye wekî zarokê herî dawî yê malbata ku ji 9 zarokan pêk dihat, hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn li Stewrê, Lîseya Îmam-Xetîbê li Mêrdînê xwend. Pêşî li Zanîngeha Harranê, Fakulteya Perwerdehiyê, Beşa Hînkirina Dersan, paşê Zanîngeha Enqereyê, Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê, Beşa Ziman û Wêjeya Fransî qedand. Li Elezîz, Sêwas, Dilok, Mêrdîn, Yozgat û Konyayê mamostetî kir. Ji bilî mamostetiyê nivîsên wî yên der barê ziman, çand û wêjeyê de hatine weşandin. Jiyana xwe ya nivîskariyê bi nivîsandina gotar, helbest û nirxandinên di kovar û rojnameyên cuda de didomîne. Di van demên dawî de zêdetir li ser pedagojiya perwerdehiyê rawestiyaye. Li ser vê mijarê gelek pirtûk, gotar û nirxandinên wi hatine weşandin.

Ziman di wêjeyê de çawa tê bikaranîn? Di navbera zimanê wêjeyê û zimanê rojane (zimanê gel) de têkiliyeke çawa heye? Gelo zimanê wêjeyê bi tevayî ji zimanê rojane yê civakê cuda ye an na?

Ziman, bi qasî ku di danasîna têgih û pênaseyên zanistî de xwedî rol û risteke girîng e, di danûstandina navbera mirovan û parastina nirxên neteweyî de jî ew qas xwediyê rol û risteke girîng e. Bi vî awayî girîngiya ziman hem xwe di çand, huner û wêje yê de û hem jî xwe di hebûn, xwebûn, yekitî, geşbûn û parastina neteweyê de dide der. Divê ev rastî baş bê zanîn ku her civaka xweser bi navê “netewe” ya xwe û ew netewe jî pêşî bi zimanê xwe tê nasîn. Bi vegotineke din; şertê herî sereke yê netewebûnê ziman û şertê zimanê neteweyîbûnê jî zimanê hevpar e.

Bi rastî, hemû civaknasên dinyayê dema ku li ser pênaseya neteweyê hûr dibin, pêşî behsa pêdiviya yekitiya ziman dikin. Bi giranî gelek kesên civaknas, neteweyê wekî “koma/civata ku heman welat, ziman, ol, sinc, çand û wêjeyê parve dikin” pênase dikin. Dibe ku gelek nirx û hêjahiyên mirovan ên wekî din jî hebin. Belê tu jê jî bi qasî ziman girîng, watedar û bandordar nabin. Ku ziman tune be gotin û bêje jî tune ne. Ku gotin û bêje tune bin, wêje jî tune ye. Ku wêje tune be netewe jî tune ye. Ku ziman tune be gotîn û bêje jî tune ye. Kesên ku ziman, çand û wêjeyeke wan a hevpar tune be, wekî komeke bêrêxistin, bêarmanc û bênirx di nav têkiliyeke têkel de jiyana xwe didomînin. Ji bo yekitiya neteweyekê şertê sereke û herî girîng ziman e. Kesên ku ji zimanê hevdû fam nekin, ne dikarin bi hev re bidin û bistînin û ne jî dikarin di nav xwe de li gel hest û hizrên hevpar têkiliyeke xurt pêk bînin. Ger zimanê kesên ku bi hev têkiliyê datînin ne hevpar û heman be, ne dikarin hest û hizrên xwe parve bikin û ne jî dikarin derfetên yekitiyê pêk bînin. Heta ku di navbera mirovên ku di asta herî girîng û bingehîn de hevdû fam dikin yekitî pêk neyê, neteweyîbûn pêk nayê. Ev pêdiviya bingehîn, jêneger û çarenîn, girîngiya zimanê hevpar derdixe pêş û li ser her civak û neteweyê dide ferzkirin ku pêşî li zimanê xwe xwedî derkeve. Bê ziman ne civak û çand û ne jî çand û wêje pêk tê. Tiştê ku mirov di wêjeyê de bi ser şopa rastiyê ve dike jî dîsa zimanê neteweyê yê hevpar e.

Wekî ku tê zanîn, hîmê wêjeyê yê bingehîn ziman e. Ku ziman tune be wêje jî tune ye. Lewre navgîn û alava wêjeyê ya herî girîng ziman e. Lê ziman di wêjeyê de çawa tê bikaranîn? Di navbera zimanê wêjeyê û zimanê rojane (zimanê gel) de têkiliyeke çawa heye? Gelo zimanê wêjeyê bi tevayî ji zimanê rojane yê civakê cuda ye an na? Bêguman ev pirs gelek carên din jî hatine kirin û bersva wan hatiye dayîn. Her çendî ku bersiva van pirsan hatibe/bê dayîn jî, dibe ku her gav encam û bersiv hevdû negirin. Lewre gelek caran rastî û rewşa heyî li hev dernakeve. Ziman hem hîmê bingehîn ê wêjeyê û hem jî navgîn, bargir û hilgirê çandê ye. Wêjeya ku ziman diafirîne hewl û hevdana ronîkirin û berhevkirina çanda civakê ye. Hunera ziman a ku bi hemû bandora xwe di nava vê çandê de cih digire, wêje ye. Wêje cîhana hest, raman û xeyalan e ku jiyan, çêj û hêza zindî ya neteweyekê bi hemû qonax û qadên xwe yên civakî ji serdema herî kevn dest pê kiriye û heta îro hatiye. Wêjeya herî kevn, dewlemend û mayînde, wêjeya gel e. Wêjeya gel, asêgeha ziman, hebana gotin û peyvan û gencîneya herî dêrîn û dewlemend a çanda civakê ye. Wêjeya gel, rasterê têkildarî zimanê devkî yê ye ku bi zimanê gel ê rojane tê parastin û geş dibe. Wêjeya gel, ji bo her mirovî/ê, ji dergûşê dest pê dike û heta ber devê gorê didome. Wêjeya gel, bi hemû hestên evîndariyê, hesret, hezkirina xwezayê, malwêranî, şîn û xemdarî, kêf û şahî, bîrewerî, qerfbazî, lehengî û exlaqî ve girêdayî ye. Hemû hêmanên çanda gel ên ku xwe di wêjeyê de didin der jî dîsa bi saya ziman tên parastin û veguhastin.

Bêguman têgiha wêjeyê jî wekî hemû têgihên din gelek caran wekî şêweyeke vegotina devkî û nivîskî tê lewitandin û çilvirandin. Bo nimûne; gelek sixêf, dijûn û peyvên çors wekî wêjeya çepel (argo) tê pênasekirin. Heçku edebiyat/wêje ne ew tekstên/gotarên bêedeb, bêteşe, bêwate ne ku ji gotinên ketberê, vala, pûç, çors pêk tên û li nav gel belav dibin. Dibe ku her kes wêjeyê li gor xwe rave û şîrove bike û wateyeke nû lê bar bike, belê ji do heta îro wate, peywir û roleke wêjeyê ya ku li gor prensîbên zanînê tê pênasekirin heye. Ev jî bi serê xwe mijareke din e.

Wêje ji peyva “bêje”yê der bûye û hemwateya “edebiyat”a erebî ye ku ji koka peyva “edebe” yê hatiye dariştin. Edebiyat/wêje tê wateya pûşil, xweşaxaftin, xweştevgerî, narînî, nazikî, şahîkî, gewzînerî, ciwankarî û şerdebûna ziman û hwd. Nivîskar, helbestvan, ramanwer, zimanzan û zanyarek tenê bi saya zimanê xwe dikare fikr û boçûnên xwe ragihîne gel, civak û neteweya xwe. Heke ne wisa be, ne huner û wêje tekûz dibe û ne jî ziman pêş ve diçe.

Wêje, her çendî ku bi hest û hizrên xweser û azad pêk tê jî rêbaz, rêgez û pîvaneke ku ew li gor xwezaya xwe û xwe bi xwe pêk tîne, heye. Dibe ku her vegotineke nivîskî wekî teksteke asayî were dîtin, belê divê bê zanîn ku her teksta nivîskî ne wêje ye. Lewre pîvan û taybetiyên nivîsên wêjeyî û ne wêjeyî ji hev cuda ne. Ev cudatî, bi giranî di bikaranîna zimên de pêk tê. Ji bo wê, zimanê ku di perwerdehiya wêjeyê de tê bikaranîn jî pir girîng e.

Wekî din jî wêje tê wateya kurtkirina gotin û peyvan. Bêguman ji vê kurtkirinê re jî sînorek heye. Her gotin û peyva kurt jî ne wêjeyî ye. Çawa ku ji bo gelek cureyên hunerê yên din hin rêgez, rêbaz û pîvan hene, bi heman awayî ji bo wêjeyê jî ev tişt heye. Belê ev nayê wê wateyê ku wêje li gor pîvan û qalibên hin kesan tê şêwandin û sînordarkirin. Lewre wêje bi serê xwe disîplîneke zanistî ye. Zimanê perwerdehiya wêjeyê jî mijara nîqaşeke din e. Ji bo wê, divê di nivîsên nirxandinê yên li ser tekstên wêjeyî û derbarê wêjeyê de her gav zimanekî tekûz, şahîk, rexneyî û çêker were bikaranîn.

Her çendî ku mirov, wêjeyê wekî lîstika bi ziman pênase bikin jî alav û amûrên vê lîstikê her gav bêje, biwêj, gotin û têgihên ziman in. Tiştê ku teksteke/nivîsareke wêjeyî ji tekstên din û nivîsên ne wêjeyî vediqetîne jî ziman e. Wêje ji ziman pêk tê belê çawa ku her ziman nayê wateya wêjeyê, her nivîsara wêjeyî jî her gav nayê wateya ziman. Wêje, edeba/adaba(awaya) bilêvkirina gotinê, rêbaza xweşgotinê û şêwaza vegotinê ye. Wêje edebkirin, edilandin, watedarkirin, şerdekirin, şarezakirin, şahîkirin, bedewkirin û berdewamkirina ziman e.