5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Iraqê nîqaşa hilbijartinên pêşwext dest pê kir

Alîgirên El Sedir çalakiya rûniştinê li parlamentoya Iraqê di roja 7’emîn de berdewam dikin. Muqteda El Sedir, serokê şepêla El Sedir daxuyaniyek der barê  krîza Iraqê de da û tê de pêşniyara fesixkirina parlamentoyê û lidarxistina hilbijartinên pêşwext kir.

El Sedir di daxuyaniya xwe ya roja çarşema borî 3’yê tebaxê de wiha gotibû: “Tu hêvî ji diyalogê nemaye, ku welat ji vê krîza siyasî derxîne, em banga fesixkirina parlamentoyê û hilbijartinên pêşwext dikin.”

Piştî daxuyaniya Sedir, aliyê çarçoveya kordînasyonî jî bi daxuyaniyekê bersiv da banga Sedir û wiha got: “Ji bo bidawîkirina vê krîza heyî em amade ne ku piştgiriyê bidin her hewldaneke destûrî ya ku li gorî berjewendiyên gelê Iraqê be, sînorê me qanûn, destûr û berjewendiya gel e”

Hêjayî gotinê ye ku derdora salekê di ser hilbijartinên Iraqê re derbas bûn lê hîna jî aliyên siyasî nikarin hikûmeteke ava bikin. Her wiha heta niha li ser namzetê serokkomariyê jî lihevkirinek çênebûye. Niha jî daxwaza hilbijartinên pêşwext tê kirin, wiha xuyaye ku aliyê El Sedir bi vê pêşniyarê hêvî dike ku di hilbijartinan de dengê xwe zêdetir bike û bikaribe bi serê xwe hikûmetekê ava bike. Di hilbijartinên derbasbûyî de tevî ku El Sedir bûbû partiya yekemîn jî lê dîsa nikaribû bi serê xwe hikûmetekê ava bike.