3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Mêrdînê walî û qaymeqam ji bo Erdogan li ser kar in!

Li Mêrdînê, walî û qaymeqam ji bo tûra duyemîn a hilbijartina Serokkomariyê li keyayan geriyan û ji Erdogan re dengan xwestin.

Li Mêrdînê, bi AKP’iyan re walî û qaymeqam jî ji bo tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê xebat dikin û di ser keyayan de zorê didin gel ku dengên xwe bidin namzetê AKP’ê yê serokkomariyê Recep Tayyîp Erdogan. Li gorî nûçeya nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ahmet Kanbal, li Mêrdînê walî û qaymeqamên qeyûm li keyayan geriyane û ji bo Erdogan deng xwestine.

Li gorî nuçeyê, piştî hilbijartinên 14’ê Gulanê di 16’ê gulanê de ewilî Waliyê Mêrdînê Mahmût Demîrtaş ku wekî qeyûm tayinî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hatiye kirin, gazî qeymeqam û qeyûmên navçeyan kiriye. Demîrtaş, li ser hesabê xwe yê medyaya sanal parast ku ji bo xebatên li bajêr civînek çêkirine û piştî vê qeymeqamên navçeyan yeko yeko li keyayên gundan geriyane.

Qaymeqam xebatên hilbijartinê dikin

Li ser navê Qeymeqamê Artûklûyê Mesût Kabakçioglû, midûrê nivîsgehê li keyayên taxan geriyaye. Kabakçioglû, gazî keyayan kiriye ku bên avahiya qeymeqamtiyê. Her wiha Walî Demîrtaş jî gazî hin keyayan kiriye ku bên meqama wî.

Keyayên ku Ajansa Mezopotamyayê xwe gihand wan û ji ber ewlehiyê nexwestin navên wan bên aşkerakirin, wiha gotin: “Hem walî hem jî qeymeqam telefon dike. Dixwazin em ji bo Erdogan bixebitin. Ji ber ku rayên Partiya Çepên Kesk û yên Kiliçdaroglû zêde bûne, ji me xwestin em li gundan bixebitin. Keya jî ji neçarî dibêjin ‘temam’.”

Hewldanên walî Demîrtaş

Her wiha walî û qeyûm Mahmût Demîrtaş jî hin hevdîtinên xwe li ser medyaya sanal belav kiriye. Demîrtaş, ji xeynî keyayan, gazî kesên ku berê li bajarokan şaredarî kirine û kesên wekî “rûspî” tên naskirin û karsazan jî kiriye. Yek ji keyayên ku Walî Demîrtaş hevdîtin pê re kir jî keyayê gundê Dêyrizbinê yê Midyayê ye ku ev gund bertek nîşanî namzetên AKP’î dabû.

Walî Demîrtaş, di 17’ê gulanê de bi 32 keyayên taxên Artûklû, Midyad û Dêrikê re hevdîtin kiriye û ev hevdîtin jî belav kiriye. Her wiha walî Demîrtaş, di 18’ê Gulanê de hevdîtin bi Serokê Federasyona Keyayên Mêrdînê Îsa Dal û hin karsaz û “rûspiyan” re jî kiriye.