6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tu hêz nikare kurdan tune bike

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslîm, der barê civîna 4 alî ya ku Rûsyayê pêk hat de axivî û got ku civîn li djjî tevahiya Kurdistanê ye lê wê tu hêz nikaribe kurdan tune bike.

Di sala 2012’an de li Sûriyeyê nerzîbûnên gel derket lûtkeya herî jor û veguherî serhildanan. Kurdên li rojavayê Kurdistanê dijîn bi vîna xwe hêza xwe ava kir û li hemberî dagirkeran welatê xwe parastin. Berxwedana kurdan ji bo hemû gelên bindest bû hêviya azadiyê. Ligel vê yekê hêzên dagirker tu carî dest ji dagirkirina Kurdistanê bernedan û bi çeteyn mîna El Qaîde û DAIŞ’ê êrîşî rojavayê Kur-distanê kirin.

Hêzên YPG-YPJ û HSD bi berxwedana xwe êrîşên çeteyan vala derxistin û çete têk birin. Dewletên ku di şer de wenda kirin hewl dan bi civînên mîna Cenew, Astana û hwd deskeftiyên kurdan ji holê rakin. Hêzên kurd bi şer jî û bi dîplomasiyê jî planên li ser gelan vala derxistin. Herî dawî bi serkêşiya Rûsyayê hewl didin ku dagirkerên Kurdistanê bînin cem hev û heyetên Rûsya, Sûriye, Tirkiye û Îranê li Moskovayê civînan pêk tînin. Di 10’ê gulanê de bi beşdariya Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdullahiyan, Wezîrê Karên Derve yê Hikûmeta Şamê Feysel Mîqdad û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşog-lu li hev civiyan. Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslîm civînên pêk tên ji rojna-meya me re nirxand.

Muslîm diyar kir ku civîna dawî ya ku li Mokovayê çêbû parçeyek ji planê Asîtanayê ye û got ku ji ber ku kurd di vê civînê de tunebûn hemû vala derketin. Muslîm da zanîn ku herî dawî Suriyeyê jî tevlî vê plana xwe kirin û ev tişt anî ziman: “Em dikarin bêjin ku tiştên ku li wê civînê derkevin bi gîştî dijberiya li hemberê gele kurd in, ne tenê ji bo Rojava û tevahiya Kurdistanê ye. Lê îro Rojava li ber çavane lewra her çar hêzên ku rûdinin bi Rojava re eleqeder in û hêzên wan jî li vê hene. Em detaya li hevkirinên van ên pişt perdeyê nizanin lê li ser planeke hevpar tev bigerin li hev kirine. Di çarçove-ya vê planê de hewl didin êrîşî Rêveberiya Xweser bikin. Wê ev planên ku çêdikin çiqas bi ser bikeve di demên pêş de diyar bibe. Wer xuyaye ku wê nikaribin planên xwe bi hêsanî li Sûriyeyê pêk bînin.”

Hewldanên Rûsyayê

Têkildarî hevdîtinên di navbera Esad û Erdogan de jî got ku Rûsya dixwaze wan bîne cem hev lê ev daxwaz pêk nehat û wiha domand: “Lewra herdu alî ji hev gelek dûr in û li gorî xwe daxwazên wan hebûn. Tişta ku Rûsya dixwest pêk bîne negihîşt serî lê lihevkirinên ku çêbûye jî ji bo kurdan û alîgirên kurdan gelekî bi talûke û xetere ne. Ji ber vê divê em tevahî tedbîrên xwe bigrin. Di vê civînê de tişta ku li hev kirine. Li gorî vê yekê wê herçar alî çawa rojava û Rêvebera Xweser biêşînin. Wê ev daxwaza wan çiqas biçe serî em nizanin lê ya rast ev e ku talûkeyeke mezin li ser gelên Rojava, te-mamî gelê kurd û Xwesariya Demokratik heye. Divê em rêxistiniya xwe xurtir bikin, tevdîrên xwe zêdetir bikin û bi hemû hêza xwe planên wan vala derxin.”

Kurd pêşengiya demokrasiyê dikin

Muslîm anî ziman ku gelê kurd li herêmê û Rojhilata Navîn pêşengiya demokrasiye dike û wiha pê de çû: “Gelên Rojhilata Navîn heta niha demokrasiyê nasnekiribûn lê bi pêşangiya gelê kurd jiyane-ke hevpar û wekhev ava dike. Wekî mînak li Rojava heta astekê vê jiyanê pêk aniye. Ev jî hêza dewletên ku li dijî demokrasiyê ne gihandiye hev. Ji ber ku dinerin demokrasî pêş bikeve wê pergala wan ji hev bela bibe, ji ber vê ye ku dixwazin ev hewldana demokratîk tune bikin.”

Muslîm daxuyand ku hewl dan ku di sedsala çûyî de kurdan tune bikin û wiha dirêjayî da axaftina xwe: “Niha lê dinerin ku ew kurdên ku înkar dikirin û tune dihesibandin hişyar bûne û li Rojhilata Navîn bûne pêşengê demokrasiyê. Ew jî hewl didin ku kurdan û hemû deskeftinên wan ên demok-ratîk hilweşînin û tune bikin. Kurd jî li dijî êrîşên ku li wan tên kirin ji hebûna xwe biparêzin li ber xwe didin û têdikoşin. Bi êş û zehmetî be jî divê kurd di nav tekoşînê de bin. Lewra li Rojava dibe û li ku dibe bila bibe bê têkoşîn nabe lewra ev edî asta hebûn an jî nebûnê ye.”

Divê hesabê kurdan bê kirin

Muslîm bi bîr xist ku gelê kurd bi berxwedana xwe desketiyên hêja bi dest xistiye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Îro deskeftinên kurdan hene û li Rojhilata Navîn hêzeke bê înkar e. Divê hesabê kurdan bê kirin. Em ji xwe bawerin ku edî tu hêz nikare me tune bihesibîne. Her wiha li bakurê Kur-distanê jî hejmareke zêde kurd hene, ew jî di nav berxwedanekê de ne. Ez bawerim ku wê bi vê hilbijartinê guherîn çêbibe, bi her awayî bi ser bikeve û tekoşîna demokrasiye wê hin bêhtir berfireh bibe. Pêkhateyên din ên wek ereb, tirkmen hwd. ku pêywira xwe pêk bînin wê şaşiyên ku di dîrokê de hatiye kirin jî sererast bibin. Jixwe ji vê rêya demokratîk pêve tu rê jî tune ye. Dibe ku hinek hêzên bi berjewendiyên xwe tev digerin, mafyayî, dizek hebin lê mesela me kurdan ne tiştekî wiha biçûk e. Elbet em ê li hember van hêzan jî li ber xwe bidin. Lê mesela me ya herî girîng demokrasî ye.”