17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Misrê lûtkeya guhertinên avhewayê pêk tê

Hewcedariya welatên paşdemayî salane bi trilyonek dolar heye da ku li hemberî guhertinên di rewşa avhewayê de li ber xwe bidin.

Li gorî rapora lûtkeya guhertinên avhewayê hewcedariya welatên xizan salane bi trilyonek dolar heye da ku li hemberî guhertinên neyênîyên di rewşa avhewayê de li ber xwe bidin.

Li Misrê lûtkeya Neteweyên Yekbûyî ya der barê guhertinên di rewşa avhewayê de û encamên neyênî yên vê rewşê bi xwe re anîne hate lidarxistin.

Li gorî rapora ku ji alî amadekariyên vê lûtkeyê ve hate belavkirin, hewceariya welatê cîhanê bi nexşeyeke nû heye û heta sala 2030 hewceariya welatên paşdemayî bi trilyonek dolar heye da ku rewşa xwe ya aborî hinekî sererast bikin. Her wiha ji sala 2030’î û pê ve jî dê hewcedariya wan welatan bi derdora 2.4 trilyon dolar hebe.

Vera Songwe, ku yek ji amadekarên vê raporê ye der barê mijarê de wiha got: “Mifteya çareserkirina pirsgirêkên heyî yên encamên neyênî yên rewşa avhewayê bi vekirina deriyê fînanseyeke mezin pêkan e.”

Çav li rê ye ku delegeyên di civîna bilind a avhewayê ya li Misrê roja çarşemê li ser mijarên fînansekirinê bisekinin.