spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

20 saliya AKP’ê  

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Hilbijartinên 3’yê mijdara 2002’yan di dîroka siyasî ya Tirkiyeyê de ji gelek aliyan ve xwedî girîngiyeke mezin e. Di vê hilbijartinê de AKP ji sedî 34,3 deng bi dest xist û 363 parlamenter şand meclisê. Ev 20 sal in AKP li ser postê desthilatê ye. AKP’a ku bi îdiayên azadî, edalet, demokrasî, wekhevî û mafên mirovan hat desthilatê, di nava 20 salan de krîzên siyasî, aborî û civakî kûrtir kir, azadî û demokrasî bi temamî ji holê rakir. Di vê pêvajoyê de ji berjewendiyên welat û gel zêdetir yên hizbî, malbatî û kesayetî derketin pêş. Ev jî ji nêz ve bi siyaseta Erdogan a tekekesî ve girêdayiye.

Di vê pêvajoya 20 salan de AKP bi polîtîkayeke taybet nêzî doza kurdî bû. Di çarçoveya vê polîtîkayê de rengê şerê li herêmê jî hat guhertin. Şerê çekdarî veguherî şerê civakî, çandî, aborî û olî. Ligel vê li dijî xwezaya Kurdistanê û dîroka kevnar a gelê kurd jî siyaseta qirkirinê hat destpêkirin. Bi çêkirina bendav, kanên madenê û birîna daran û şewitandina daristanan bi eskosîstema herêmê hat lîstin. Mirov ji xwezayê qut kirin û li bajaran komkirin.

Alîgirê vê rejîma faşîst bi awayekî derqanûnî bêyî ku rastî lêpirsînekê bên, pir dewlemend bûn. Di nava van 20 salan de civaka Tirkiyeyê hîn bêhtir feqîr bû. Li welat cotkarî, sewalkarî, karkerî û gelek pîşeyên din êdî hatine asta tunebûnê.

Li bakurê Kurdistanê ji bo jin û ciwan bê perwerde û armanc bên hiştin bi destê notirvan, polîs, îmam, mûxtar, cerdevan û çawişên pispor tên xistin. Her cûreyên hişbirê bêyî ku rastî astengiyekê bên bi destê van çeteyên dewletê ve tên belavkirin. Jinên kurd tên tecawîzkirin û revandin. Li dijî van sûcên daraza rejîma AKP’ê bêdeng ma û sûcdar bê ceza tên hiştin.

Bi siyaseta qedexeyê û sansurê hewl didin dengê muxalîf û azad bi temamî qut bikin. Ger tu alîgirê AKP’ê bî mafê te heye ku tu her cûre tiştî binivîsî û bibêjî, lê ger tu vê rejîma faşîst û qirker rexne bikî tu yê bêyî cezakirin û ji hemû mafên xwe yên bingehîn bêpar bêyî hiştin. Îro bi hezaran kesên ku doza azadî û demokrasiyê dikin li girtîgehên vê rejîma faşîst bi awayekî derqanûnî tên girtin. Di encama vê siyaseta qirêj de li girtîgehan dewletê tirk de pêkanînên ji dema darbeya 12’ê îlonê xirabtir li ser girtiyan tên ferzkirin. Êdî wisa lêhatiye ku her roj agahiyên mirin, îşkence û zextan ji girtîgehan tên.

Divê bê zanîn AKP nahêle ku ji derveyî îradeya wê li Tirkiyeyê tu guhertin çêbibin. Ji bo pêşî li vê bigire jî zagon û qanûnên heyî li gor berjewendiyên xwe reformîze kir. Mînaka vê ya herî berbiçav û ji bîra mirov naçe jî Hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an bû. Di wê hilbijartinê de gel ji AKP’ê re got; “êdî bes e.” Lê AKP ji bo li ser postê deshilatê rûnê rûyê xwe yê reş nîşan da. Êrîşên li dijî mîtîngên HDP’e yên Amed û Enqereyê dîsa li Pirsûsê hedefgirtina ciwanên enternasyonalîst peyamek vekirî bû. Bi dubarebûna hilbijartinan ve tûndiya li ser civakê jî zêdetir bû.

Lewma ji 2015’an ve li Tirkiyeyê êdî siyaseta şer û qirkirinê di dewrê de ye. Di çarçoveya vê polîtîkayê de li bakur,başûr û rojhilatê Kurdistanê li dijî gelê kurd êrişên dijwar pêk tên. Bi vî şerê ve girêdayî artêşa tirk a dagirker li rojavayê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê çekên kîmyewî û gazên qedexekirî bi kar tîne. Tevî belge û dîmenan jî ev sûcên şer ên artêşa tirk hatine piştraskirin jî li dijî van sûcan di qada navneteweyî de bêdengiyek mezin heye.

Divê bê zanîn ku bêdengiya li dijî sûc û kiryarên desthilata AKP-MHP’ê bi yek gotinê tê wateya qebûlkrina hemû xirabiyên di nava van 20 salan de hatiye kirin. Îro ne tenê gelê kurd hemû pêkhatiyên Tirkiyeyê ji vê rejîma despot û dîktator aciz in. Lê acizî bi tena serê xwe têr nake. Ji bo dawî li van zextên li ser civakê tên ferzkirin bê anîn, pêwîstî bi têkoşînek hevpar heye. Divê her kes ji milê xwe ve li dijî vê pergala zordest serî hilde û pêkanînê wê qebûl neke.

Divê bê zanîn ku desthilata AKP bi hevkariya MHP’ê formê xwe guhert û dozaja zextên xwe bilindtir kir. Bi pergala ku hatiye avakirin li welat hêviya jiyana azad ji holê hatiye rakirin. Di vê çarçoveyê de pratîka desthilata AKP’ê ya 20 salan li ber çavan e. Hemû pêkhatiyên li welat ji nêz ve êş û azarên vê rejîma despot dîtin û jiyan. Ji pêkanînên AKP’ê herî zêde jin û ciwan zirara mezin dibînin. Lewma pêwîst dike ku di serî jin, ciwan, karker, xwendekar û hemû beşên civakê li dijî vê rejîma zordest dengê xwe bilind bikin, doza azadiya xwe bikin. Di nava 20 salan de ji ber polîtîkayên AKP bi milyonan kes ji warên xwe bûn. bi hezaran kes bê kar man.