6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wê bi pênûsa xwe li ber xwe bidin

Edîtora JINNEWS’ê Derya Ceylan, der barê girtina rojnamegerên kurd de diyar kir ku desthilat ji rojnamegeran çiqas ditirse û ev tişt got: “Em ê li dijî êrîşên heyî bi pênûsa xwe li ber xwe bidin.”

Desthilata AKP-MHP’ê ku di nav krîzeke mezin de ne, amadekariyên hilbijartinê dikin. Di vê çarçoveyê de bi zextên xwe yên li ser çapemeniya azad starta xebatên xwe yên hilbijartinê dan û piştî 8’ê Hezîranê careke din rojnamegerên kurd ji xwe re kirin hedef. Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve li dijî nûçegihanên Ajansa Mezopotamya û JINNEWS’ê lêpirsînek hat destpêkirin.

Di çarçoveya lêpirsînê de polîsan di 25’ê cotmehê de li 9 bajaran bi ser malê rojnamegeran de girt û 11 rojnameger binçav kirin. Di 29’ê cotmehê de daraza tirk biryara girtina 9 rojnamegeran da. Bi vê girtinê re ji meha hazîranê ve bû 22 rojnamegerên kurd tên girtin. Edîtora JINNEWS’ê Derya Ceylan, der barê zextên li ser çapameniya azad û girtina hempîşeyên xwe ji rojnameya me re axivî û nirxandinên girîng kirin.

Çapemeniya azad li ber xwe dide

Ceylan, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser armanca binçavkirina rojnamegeran û ev tişt gotin: “Desthilatên ku hatine û çûne tev li ser çapemeniyê zextan kirine. Ev di roja me ya îro de jî gihiştiye asta herî jor. Desthilatdarî bi zextên ku li ser çapemeniyê ferz dike dixwaze li gor berjewendiyên xwe weşanê bide kirin. Dema li ser rastiyên heyî weşan tê kirin jî rojnamegeran binçav dike û digire. Çapemeniya azad ji destpêkê heta niha bi binçavkirin, girtin, qedexe, kujerên faîlên wan nediyar û gelek astengiyên cur be cur re rûbirû maye. Lê ji ber ku çapemeniya azad zane rola wan ji raya giştî re ragihandina rastiyê ye li dijî van êrîşan li ber xwe dide.”

‘Asta zextên heyî zêdetir dikin’

Di berdewamê de Ceylan, da zanîn ku desthilata AKP-MHP’ê êrîşî tevahiya çapemeniya muxalîf dike û der barê mijarê de ev tişt anîn ziman: “Lê êrîşên herî zêde di serî de li ser çapemeniya azad pêk tîne. Desthilat bi yasaya sansûrê asta zextên heyî zêdetir dike û bi vê yasayê dixwaze dengê civakê jî bi yê çapemeniyê re qût bike. Divê mirov zanibe ku ev yasa ne tenê ji bo çapemeniyê ye. Pirsgirêkek civakî ye. Hewceye ku wiha li vê mijarê bê nêrîn.”

Ceylan, pirsa “Ji hêla din ve divê mirov vê pirsê bike desthilatdarî çima dixwaze dengê rojnamegeran qût bike?” kir û ev bersiv da: “Ji ber ku desthilat naxwaze polîtîkayên xwe yên ku bandora neyînî li civakê dike û dibe sedama qeyranên piralî ji raya giştî re were ragihandin êrîş dike. Dema mijar dibe rojnamegerên kurd êrîşên xwe tundtir û vekirîtir dide meşandin. Dixwaze bi çapemeniya nêzê xwe her her tiştî xweş û geş nîşan bide.”

Hikûmet ji rojnamegeran ditirse

Ji bo hewldana polîsên tirk a serî tewandina hempîşeyên xwe jî Ceylan, ev nirxandin kir: “Dema binçavkirina wê li dijî parlementera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel jî hewldana serî tewandinê pêk hat. Bi binçavkirina Guzel hem jinbûna wê hem jî kurdbûna wê hedef hat girtin. Dîsa heman rewş dema binçavkirina rojnamegeran jî pêk hat. Parvekirina dîmenên Semra Guzel û rojnamegeran polîtîkayên hikûmetê ne. Hikûmet dixwaze bi parvekirina van dîmenan li ser civakê tirsê bide avakirin. Lê dema tu di aliyê din de lê binêrî tu dibînî ku desthilat ji rojnamegeran çiqas ditirse. Ji ber ku rojnameger jî di zanebûna vê tiştî de ne tu car paşve gav navêjin.”

 Li ber xwe didin

Ceylan, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Jin bi hêza xwe ya heyî hem ji bo xwe hem jî ji bo civakê têdikoşin. Vê têkoşînê di qadên aborî, çandî, siyasî û hiqûqî de tê dayîn. Di vir de tişta girîng civak e û jin ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî pêşengiyê dikin. Rojnamegerên jin ên ku xebatên jinan radigihînin jî parçeyeke vê têkoşînê ne. Rast e em rojnamegerên jin ji ber ku dengê jin, civak, zarok û xwezayê ne hedef tên nîşandan. Ji ber ku em şopdarên Gurbetellî, Denîz, Nûjiyan û Nagîhan Akarsel a hatibû kuştinin û di doza xwe de mafdar in em ê tu car dest ji karê xwe bernedin. Em ê li dijî êrîşên heyî bi pênûsa xwe li ber xwe bidin.”