spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pêla nijadperestiyê ya li Ewropayê

Li Ewropayê pêlek nijadperestiyê belav dibe. Ji ber vê jî li gelek welatên Ewropayê partiyên rastgir ên tund ango nijadperest di hilbijartinan de bi ser dikevin û desthilatê bi dest dixin. Ev bêguman li tevahiya Ewropayê rê li ber xem û fikaran vedike. Di vê nivîsê de dixwazim hinekî li ser sedemên vê pêla nijadperestiya li Ewropayê rawestim.

Heya niha li gelek welatên Ewropayê partiyên rastgir ên tund ango nijadperest bi ser ketin û di gelek rêveberiyan de jî cih digirin. Wek mînak li Macaristanê partiya Viktor Orban a rastgirên tund li desthilatê ye. Her wiha li Polonya jî partiyek wiha di bin serokatiya Mateusz Morawiecki li desthilatê ye. Dîsa ku em berdewam bikin li Swêdê jî partiyek navîn ango rastgir hate hilbijartin û niha di bin serokatiya Ulf Kristersson de li desthilatê ye.

Herî dawî jî li Îtalyayê Partiya Xwişk û Birayên Îtalyayê (FDI) di bin serokatiya Giorgia Meloni de bi ser ket û hilbijartinê bi koalîsyona xwe qezenç kir û niha jî bûye serokwezîra Îtalyayê. Melonî gelek caran di hevpeyvînên xwe yên borî de nîşan dida ku ew heyranê lîderên faşîst Musolînî û Hîtler e. Lê dîsa jî ev li hemberî hilbijartina wê nebû asteng. Her wiha Melonî bi siyaseta xwe ya li dijberiya koçberan û îslamê jî tê zanîn. Gelek caran bi axaftinên xwe yên naverok tijî kîn û nefret di çapemeniyê de deng veda, lê ev jî nebû asteng li dijî hilbijartina wê.

Li aliyê din jî li Fransayê di hilbijartinên dawî de koalîsyona rastgir a di bin serokatiya Marine Le Pen de ji sedî 41 dengan girt. Nikarîbûn werin desthilatê lê ev tenê ji bo demek kurt e. Di hilbijartinên salên pêşiya me de dibe ku werin desthilatê. Her wiha dewletên wek Belçîka û Holanda jî partiyên rastgir gelekî serkeftî ne û wisa bidome dikarin di hilbijartinên salên pêşiya me de werin desthilatê.

Li Almanyayê jî rewş ne gelek cûdatire. Li Almanyayê jî partiyek nijadperest ya bi navê AfD jî serkeftî ye û di gelek herêman de heye û ji sedî 15-20‘ê dengan digire. Sedema ku partiyên nijadperest heta niha li Almanyayê nehatine desthilatê jî dîroka wê ye. Ez îdia dikim ku heger dîroka Almanyayê ne wisa bûna wê niha li Almanyayê jî nijadperestan heta ji sedî 60-70 dengan bi dest bixista.

Ev rewş wisa berdewam bike dikare rê li ber krîzek li tevahiya Ewropayê jî veke. Ku em bahsa sedema vê pêla nijadperestiyê bikin, gelek sedêm wê hene bêguman. Li gorî fikra min sedema sereke ew e ku Ewropa li ser esasê berjewendiyê aborî hatiye avakirin. Her çiqas xwestibe hinek nirxan derxe pêş jî lewaz maye. Dema ku yekitiyek tenê ji bo berjewendiyan be wê demê bi guhertina berjewendiyan re dikare nêzîkatiya xwe jî biguherîne. Di vir de çareserî ew e ku Ewropa vegere ser fikra bingehîn ya demokrasiyê, ew jî Yekitiya Nirxan e. Li Ewropa nirxên wek demokrasî, mafên mirovan, sîstema sosyal, dadgeriya bêalî û her wiha aboriya lîberal bûye havêynê hevgirtina Ewropayê. Divê ku dîsa ev nirx derkevin pêş.

Sedemeke din a vê pêla nijadperestiyê jî krîza koçberan a sala 2015’an e. Ew vê krîzê weke tirsekê baş bi kar tînin û mirovan wisa manîpûle dikin. Wek mînak koçberan dikin sedema bêkariyê ango rewşa xirab a aboriyê. Lê rastî berovajî vê ye. Em dikarin bêjin ku xurtbûna aboriya Ewropayê bi saya koçberên ku ji derve hatine pêk hatiye. Koçberan wisa perwerde dike ku berê wan dide sektorên karker jê re pêwîst in.

Yek ji sedemek jî ew e ku di cîhana îro de partiyên nijadperest û rastgirên tund êdî dikarin bi hêsanî têkiliyan bi hev re deynin û ji bûyerên welatên cîran jî sûd bigirin û ji bo xwe manîpûle bikin û bi kar bînin. Wek mînak rastgirên Avûstûryayê dibêjin ku ew rê li dijî pêla koçberan negirin wê welatê wan bibe weke Îtalyayê! Bi gotinek din dikarin tirsa li welatên cîran ji welatiyên xwe re bikin xof.

Sedemek din jî ew e ku hemû partiyên nijadperest û rastgirên tund dixwazin welatê xwe derxin pêş. Bi gotinek din dibêjin pêşî welatê me dû re nirxên Ewropayê. Bêguman ev jî argûmanek bêbingeh e, ji ber ku dewletên wek Îtalya, Almanya û Fransa herî zêde ji Yekitiya Ewropayê sûd digirin û alîkariyê ji Bankaya Navendî ya Ewropa yê digirin.

Mirov dikare bi hezaran sedem û mînak bijmêre. Lê mînakeke din jî ew e ku dema di sala 2015 de li Yewnanistan partiya çep Syrîza hate hilbijartin li yek ji navendên Ewropa Brukselê civînên awarte hatin lidarxistin û gelek zext li hikûmeta Yewnanistanê hatin kirin ji bo ku ji “Xeta Ewropayê“ dernekeve. Mirov dikare bibêje piştî vê hemû çepgirên Ewropayê hinekî lewaz man. Lê li aliyê din rastgir û nijadperestên Ewropayê berovajî vê li her devera Ewropayê tirs û xof belav kirin. Ango bi gotinek din partiyên çepgir ên Ewropayê bi giştî gelek lawaz in. Mirov dikare rewşa wan bişibîne rewşa çepgirên tirk. Ji ber gelek xalên ûtopîk û ji rastiya gel dûr in nikarin xwe bigihînin girseyên gel.

Mijara dawî ku dixwazim bibînim ev e; di bingeha hemû argûmanên nijadperestan de agahî ango bûyerên derewîn û tirs hene. Wek mînak dikarin di bûyerên neyînî de nasnameya îslamî derxin pêş û bi vî awayî hemû bûyerên neyînî biavêjin ser baweriya îslamê û wisa tirsek belav bikin. Dema tirs û agahiyên şaş bigihîje hev dikare xeteriyek gelek mezin derxe holê. Bêguman ew nijadperest vêya baş dizanin û toximê dijberiyê li ser van tiştan diçînin.

Ji bilî rexneyên li partiyên çepgir dixwazim balê bikşînim ser xaleke din a girîng, ew jî nirx e. Tenê bi pêşdexistina nirxan Ewropa dikare dîsa vegere ser xeta xwe. Ji ber ku bêyî nirx Ewropa ne Ewropa ye. Ev ji bo hemû dewletan jî derbasdar e. Dewletek bênirx ew ê bibe wek dewleta tirk. Ev her wiha ji bo partiyan jî derbasdar e. Nirx bingeha serkeftina hemû tiştan e.