8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li navçeya Berwarî qedexeya derketina derve

Piştî ku walîtiyên Wan û Bedlîsê 15 roj xwepêşandan û çalakî qedexe kirin, Walîtiya Sêrtê li navçeya Berwarî û hemû gundên wê "heta daxuyaniyeke din" qedexeya derketina derve ragihand.

Walîtiya Sêrtê li navçeya Berwariyê qedexeya derketina derve ragihand. Li Navçeya Berwariyê di navbera DEVA û AK Partiyê de der barê hilbijêran de nîqaş derket û di vê pevçûnê de kesek mir û 2 kes jî birîndar bûn. Piştî bûyerê walîtiyê “heta daxuyaniyeke din” qedexeya derketina derve ragihand.

Di daxuyaniya walîtiyê de hat ragihandin ku li Berwarî û hemû gundên girêdayî wê qedexeya derketina derve “heta daxuyaniyeke din” hatiye îlankirin.

“Li gorî xalên têkildar ên Qanûna Îdareya Parêzgehê ya bi hejmara 5442, li navenda navçeya Berwarî û hemû gundên wê yên girêdayî parêzgehê qedexeya derketina derve hatiye ragihandin û ji 3’ê Nîsana 2024’an saet 01.00’an pê ve heta daxuyaniyeke din qedexeya derketina derve hatiye îlankirin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê