26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Qada Galatasarayê Roja Dayikan pîroz kirin

Ji ber nexweşiya koronayê derketina derve qedexe ye û Roja Dayikan bi çalakiyên cuda hat pîrozkirin. Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan û komek parlamenterên HDP’ê Roja Dayikan li Qada Galatasarayê ku bi salane Dayikên Şemiyê çalakiyan li dar dixin pîroz kirin.  

Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan, li Qada Galatasarayê ya ku ji hefteya 700’emîn ve li Dayikên Şemiyê hatiye qedexekirin, Roja Dayikan pîroz kir. Parlamenterên HDP’ê Serpîl Kemalbay, Huda Kaya, Dilşat Canbaza Kaya û Oya Ersoy bi Bûldan re tevgeriyan. Bûldan û wekîlên pê re, gul û çîçek danîn pêş Lîseya Galatasara ya ku bi salane Dayikên Şemiyê pirsa aqûbeta xizmên xwe yên winda dikin.

Bûldan piştre axaftinek kurt kir û wiha got: “Ez roja hemû dayikan pîroz dikim. Li erdnîgariya me, dayikan êşên pir mezin kişandin. Em baş dizanîn ku li vî welatî, bi hezaran, bi milyonan dayikên ku zarokên wan winda bûne, cihê gorên zarokên xwe nizanîn, tu agahiyekê ji zarokên xwe nagirin û nikarin xwe bigihînin zarokên xwe hene. Li vê erdnîgariyê em agahiyê ji zarokên xwe nagirin. Bi hewldaneke mezin a dayikan em di nava lêgerînekê de ne. Em dixwazin kefxweşiya hemû dayikên ku agahiyekê ji zarokên xwe bigirin, bibînin. Li vî welatî, êşa dayikan tu carî ji hev nayê cuda kirin.”

STENBOL