27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

CPT ji bo tespîta çekên kîmyewî çû Başûr

Operasyona dersînor ku artêşa tirk di 23’ê nîsanê de li herêmên Metîna, Zap û Avaşînê daye destpêkirin didome. Her diçe hejmara windayiyên artêşa tirk zêde dibe û hat ragihandin ku Tirkiyeyê li herêma Mamreşo ya Avaşînê çekên kîmyewî bi kar aniye.

8 leşkerên tirk hatin kuştin

Heta niha bi dehan leşkerên tirk hatine kuştin û HPG’ê ragihand ku di pevçûnên herî dawî yên li Avaşîn û Xakurkê 8 leşkerên tirk hatine kuştin. Hat ragihandin ku her ku windahiyên artêşa tirk zêdetir dibe çekên kîmyewî bi kar tîne. Têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî de Rêxistina Christian Peacemaker Teams (Tîma Aşitîxwaz a Xiristiyan-CPT) hewlda biçe herêma Mamreşo ya ku dewleta tirk lê çekên kîmyawî bi kar anî, lê ji ber rewşa ewlehiyê nekarîn xwe bigihînin herêmê.

Serdanên CPT’yê

Endamê Rêxistina Christian Peacemaker Teams Kameran Osman der barê mijarê de axivî û wiha got: “Hefteya borî me serdana Zinarê Kêste û gundên Hirurê û Kanî Mezin ên herêma Berwariya Bala kir û me ziyanên êrişên dawiyê yên Tirkiyeyê şopand.”

ji ber berdewamiya şer neçûn

Kameran Osman berdewama axaftina xwe de ev tişt got: “Me hewl da em biçin herêma Mamreşo ya Avaşîn ku Tirkiyeyê ya ku Tirkiyeyê lê çekên kîmyawî bi kar aniye. Lê ji ber rewşa ewlehiyê dest neda, ji ber berdewambûna şer me nekarî biçin wî cihî.”

Christian Peacemaker Teams (CPT) têkildarî êrişên dewleta Tirk ên ji 23’yê Nîsanê ve berdewam dikin raporek amadekiriye. Biryare ku di rojên bê de di civînek çapemeniyê de naveroka wê ji raya giştî re aşkera bike.

Li aliyekî şer didome û li aliyê din jî bertekên li hember dagirkirina Tirkiyeyê û bêdengiya hikûmeta başûr de didomin. Komek hunrmendên ji başûr li Silêmaniyeyê têkildarî êrîşên Tirkiyeyê û dagirkeriya wê ya li ser axa başûr daxuyanî dan.

Hunermendan bertek nîşan dan

Daxuyaniya ku ji aliyê aktîvîst û hunermend Azad Bayiz ve hat xwendin li ser gora helbestvanê kurd Şêrko Bêkes a li Parka Azadî ya Silêmaniyeyê hat dayîn. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em hunrmendên başûr,bi armanca redkirina dagirkirina Tirkiyeyê hatin gel hev. Di nava du hefteyên borî de leşkerên tirk li ser çiyayên Zap,Metîna û Avaşînê dagir dike.Tirkiyey bi boneya ku di şer de binkevtina xwe veşerê çekên kîmyewî bikartîne û bi vî awayî jî serweriya xaka Iraqê binpêkiriye.”

Bêdengiya hikûmeta Başûr

Hunermendan bal kişand ser sekne hikûmeta herêmê û ev tişt gotin: “Lê mixabin partî, hêz û ragihandina ku li ser partiyane, li hember van êrîş û dagirkirina dewleta Tirkiyeyê bêdeng in. Her wiha li hember bikaranîna çekên kîmyewî jî bêdeng in.” Di dawiya daxuyaniya xwe de hunermendan da diyar kir ku parastina welat erka her kesî ye û daxwaza helwestê ji gelê kurt tê kirin.