19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Rojava çalakiyên Roja Zimanê Dayikê

Li bajar û navçeyên Qamişloyê ya herêma Cizîrê bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê çalakî û meş hatin lidarxistin û daxuyanî hatin dayîn.

Bi boneya 21′ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê gelek çalakî li bajar û navçeyên Qamişloyê hatin lidarxistin.

Rêveberiya Dibistanên Amûdê bi vê boneyê meşek bi beşdariya bi sedan xwendekar, mamoste, endamên saziyên civaka sivîl ên bajêr li dar xist.

Meşê ji Qada Şehîd Cîhad dest pê kir.  Li Qada Jina Azad a li têketina navçeyê, meş vegerî mîtîngê. Li wir xwendekar Sîpan Îsa bi zimanê kurdî û xwendekar Lorîn Remo bi erebî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi xwe re pergala perwerdeyê ya demokratîk ji hemû pêkhateyên herêmê; Kurd, Ereb û Suryanan re anî û destekê didin taybetmendiyên perwerdeyê yên her pêkhateyekê da ku bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin.

Her wiha hate destnîşankirin ku ruxmî hemû hewlên ji bo asîmîlekirinê yên rejîmên destpot jî Kurdan ziman û nasnameya xwe parast.

Qamişlo

Zanîngeha Rojava rêzesemîner li Qamişloyê bi navê “Rewşa zimanê kurdî di Zanîngeha Rojava de, di navbera astengî û planên pêşdeçûnê de” hate lidarxistin.

Pisporên zimanê kurdî yên ji Rojhilat, Başûr û Bakurê Kurdistanê bi rêya online beşdar bûn.

Di semînera yekemîn de, mamosteyê Zanîngeha Rojava-Beşa Wêjeya Kurdî Newaf Mela Beşîr, endama Beşa Lêkolînan a Saziya Zimanê Kurdî (SZK) Gulê Hesen li ser rewşa perwerdeya bi zimanê kurdî ji destpêka Şoreşa 19′ê Tîrmehê ve, axivîn.

Di semînera duyemîn de rewşa zimanê kurdî li parçeyên din ên Kurdistanê û astengiyên li pêşberî wî hatin nîqaşkirin. Pisporê wêjeya kurdî yê ji Rojhilatê Kurdistanê Dr. Haşim Ehmedzade, ji Bakurê Kurdistanê mamosteyê ziman û folklora kurdî Remedan Bertef û ji Başûrê Kurdistanê mamosteyê beşa zimanzaniyê Dr. Ebdulwehab Xalidî beşdar bûn.

Tê payîn di beşa sêyemîn de astengiyên li pêşberî Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanê di aliyê perwerdeya bi zimanê kurdî de werin nîqaşkirin. Semîner heta saet 4’ê êvarê dewam kir.

Tirbespiyê

Rêveberiya Dibistanan a Navçeya Tirbespiyê jî daxuyaniyek li Dibistana Şehîd Ronak da. Daxuyanî bi ‎zimanê kurdî ji aliyê xwendekara bi navê Hêlîn Silêman û bi zimanê erebî ji aliyê xwendekarê bi navê ‎Kîwan Kenan ve hate xwendin.‎

Di daxuyaniyê de Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê hat pîrozkirin û hate gotin: “Ziman nasname ye û ‎girêdana di navbera dema îro, paşeroj û siberojê de ye.”‎

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser qadên perwerdeyê yên Bakur û Rojhilatê ‎Sûriyeyê hatin şermezarkirin û bang li hêzên navneteweyî hate kirin ku çanda neteweyan biparêzin û ‎mafê perwerdeya bi zimanê dayikê yê welatiyên Sûriyeyê mîsoger bikin.‎

Çilaxa

Li navçeya Çilaxa jî daxuyaniyek li ber avahiya Rêveberiya Dibistanan hate dayîn.‎ Xwendekara bi navê Newroz Hisên daxuyanî xwend. Newroz Hisên bal kişand ser rola Rêveberiya ‎Xweser di parastina zimanên pêkhateyên herêmê de.‎

Til Birak

Navenda Perwerdeyê ya navçeya Til Birakê jî bi heman wesîleyê daxuyanî da. Daxuyanî li ber Dibistana ‎Şehîd Elî Selobî ji aliyê endamê Rêveberiya Dibistanan a navçeyê Eyûb Ebdo ve hat xwendin.‎

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ziman şoreşa herî mezin a dîroka mirovahiyê ye. Her wiha îşaret bi ‎bandora zimanê dayikê ya li ser afirîneriyên hunerî û exlaqî yên mirovan û hevgirtina civakê hate kirin.‎ Di daxuyaniyê de banga hevgirtinê û xwedîderketina li zimanê dayikê li gelan hate kirin.‎

Til Hemîs

Bi dehan xwendekar li pêşiya Meclisa Navçeya Til Hemîsê kom bûn û daxuyaniyek da. Xwendekarê bi ‎navê Omer Ebdurehman daxuyanî xwend.‎ Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ziman nasnameya civakî ya neteweyan ava dike û hat gotin: “Hêzên ‎mêtinger hewl didin ziman û nasnameyê tune bikin. Dewletên çavnebar şerê zimanan dikin, da ku ‎peywendiya di navbera ferdên civakê de qut bikin û mirovan ji koka wan dûr bixin.”‎ Hat destnîşankirin ku îsrara gelan û girêdana wan bi zimanê dayikê re, hemû planên dewletên dijberî ‎mafên gelan têk birin.‎