8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rûsyayê peymana bêçekbûna nukleerê sekinand

Serokê dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn der barê bêçekbûna nukleerê de diyar kir Rûsyayê tevlêbûna xwe ya peymana New Startê daye sekinandin

Serokê dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn der barê bêçekbûna nukleerê de diyar kir Rûsyayê tevlêbûna xwe ya peymana New Startê daye sekinandin. Pûtîn di axaftina xwe ya televîzyonê de got “Rûsya tevlêbûna peymana START’ê da sekinandin.”

Pûtîn bang li rayedarên Rûsyayê kir û got heke Washîngton çekên nukleer biceribîne, bila ew jî çekên nukleer test bike.Ev peyman rê li ber vî tiştî vedike ku DYE û Rûsya li tesîsên leşkerî kontrolan bikin. Ji ber Covîd-19’ê ev kontrol hatibûn sekinandin.

Li gorî rayedarên DYA’yê Rûsyayê her dem kontrolkirina tesîsên nukleer red kiriye.

Hêjayî gotinê ye ku di encama piştgiriya Amerîka ya bi Ukraynayê re û pêşkêşkirina çekan ji bo Ukraynayê nakokiyên di navbera wê û Rûsyayê de zêdetir bûne.