20 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zanista erdhejê û di dîrokê de erdhej

Serwet Denîz

 Erdhej, yek ji bûyerên xwezayî yên ku herî zêde bandorê li jiyana mirovan dike ye. Ji ber ku zêde bandor li jiyana mirovan kiriye û her tim wek xetereyeke kujer derketiye hemberî mirovan, mirovan ji berê de hewl daye ku vê bûyera xwezayî têbigihîjin. Der heqê wê de hinek bîr û bawerî derketine holê. Ev bawerî li gor çandan û serdeman diguherin. Di mîtolojiya gelek qewman de der barê erdhejê de çîrok hatine gotin.

Zanista erdhejê û di dîrokê de erdhej

Bi pêşketina mirovahiyê re ji demekê şûn ve li gor derfetên serdemê xebatên zanistî hatine kirin. Hewl hatiye dayîn ku ev bûyer bi awayekî zanistî bê ravekirin, li hemberî wê tedbîr bên wergirtin. Lewre erdhej wek xetereyekê her tim di bîr û hişê mirovan de bûye. Bûye sedema mirinên komî, hilweşîna bajaran û têkçûna şaristaniyan. Bi van taybetiyên xwe jî bandoreke girîng li dîroka mirovahiyê kiriye.

Mirov li hemberî erdhejê her tim bê çare bûne. Hêza mirovan a ku erdhejê asteng bikin, tune bûye û hîna jî tune ye. Lewre mirov hîna jî nizanin ku dê kîngê û li ku derê pêk bê. Ji ber vê jî tişta ku di destê mirovan de dimîne; xweparastin e. Ango li gor erdhejê teşedayîna jiyana xwe ye. Bi tedbîran kêmkirina bandora wê ya li jiyanê ye.

Ka em ji nêzik ve lê binihêrin; gelo erdhej çi ye? Bingehên wê çi ne? Çawa pêk tê? Herî zêde li kîjan qadên cîhanê pêk tên? Kîjan cureyên erdhejê hene? Zanista erdhejê bi çi re mijûl e? Karê xwe çawa dike? Erdhejê çawa dipîve? Mirov li gel erdhejê çawa dikarin jiyana xwe bidomînin? Ji bo ku zirarên mezin nebînin, mirov dikarin çi bikin û çawa tevbigerin?

Erdhej çawa çêdibin?

Erdhej, encama liv û tevgera tewqa cîhanê ya bi navê lîtosferê ye. Kureya cîhanê ji sê tewqan pêk tê; kureya navokî, manto û lîtosfer. Navê lîtosferê yê din kureya kevirîn e. Tewqa ku jiyan li serê didome. Tewqa bi navê manto zêde nerm e û lîtosfer jî li ser vê tewqê disekine. Lê lîtosfer perçeyekî bi tenê yê hevgirtî nîn e. Li gelek cihên wê şikestek hene. Ango lîtosfer ji lewheyên (beşên) tektonîk ên cuda pêk tê. Li gel 12 lewheyên tektonîk ên mezin û sereke bi dehan lewheyên biçûk jî hene. Ew lewhe bi şikestekan ji hev cuda dibin. Lewheyên mezin ev in:

Lewheya Pasîkê, Lewheya Bakurê Amerîkayê, Lewheya Avrasyayê, Lewheya Afrîkayê, Lewheya Antarktîkayê, Lewheya Hindistan û Avûstralyayê, Lewheya Başûrê Amerîkayê, Lewheya Somaliyê, Lewheya Nazcayê, Lewheya Deryaya Filîpînê, Lewheya Erebistanê û lewheya Karayîban.

Liv û tevgera lewheyan

Bejahiya cîhanê berê parzemîneke yekgirtî ya bi navê Pangea bû. Ji ber tevgerên lewheyên navborî her ku çû beşên wê parzemînê ji hev dûr ketin û nexşeya cîhanê ya îroyîn derket holê. Lê liv û tevgera lewheyan bi dawî nebûye û her didome. Ev lewhe li hinek cihan hev dehf didin, li hinek cihan li hev siwar dibin ango lewheyek dertê ser û ya dinê dikeve binî û di nav beşa mantoyê de dihele, li hinek cihan jî lewhe ji hev dûr dikevin (di binî zeryayan de). Dema ku lewhe hev dehf didin, li hev siwar dibin an jî ji hev dûr dikevin, enerjiyek dertê holê. Tişta ku erdê dihejîne û em jê re dibêjin erdhej, pêlên vê enerjiyê yên ku digihîjin ruyê erdê ne. Ji ber ku erd diheje, li ruyê erdê jî guherîn pêk tên. Kurt û kurmancî; erdhej encama tevgerên lewheyên tektonîk e.

3 cureyên erdhejê hene

Erdhej, wek sê cureyan tên dabeşkirin; erdhejên tektonîk, erdhejên teqînên çiyayên agirî û erdhejên herifînê ango çalbûnê. Wek ku me got, erdhejên tektonîk ji ber tevgerên lewheyên tektonîk pêk tên. Erdhejên çiyayên agirîn jî ji ber hêza teqîna wan çiyayan pêk tên. Lê pêkhatina çiyayên agirîn jî encama wan tevgerên tektonîk e. Magma di şikestekên navbera lewheyan de dertê ruyê erdê û çiyayên agirîn wisa pêk tên. Di bin erdê de carinan hin valahî pêk tên (ji ber helîna xwêya kevirîn û kilsê), dema ku ew valahî heta astekê mezin dibin, beşa ser wan diherife, dişikê û çal dibe. Ew herifîn an şikestin jî dibin sedema erdhejê.

Lê divê mirov li vir behsa cureyekî din ê erdhejan bike; erdhejên ku bi destê mirovan an jî wek encama kar û xebatên wan pêk tên. Dema ku maden ji bin erdê tên derxistin, kanên wan dibin valahiyên mezin û bi demê re diherifin û dibin sedema erdhejê. Dîsa tê zanîn, ku di bin erdê de cerebeyên nukleer tên kirin û ev cerebe jî dibin sedema erdhejan. Ev her du cureyên erdhejan ne xwezayî ne û encama kirinên mirovan in.

Erdhej herî zêde li Pasîfîkê çêdibin

Li gor texmînan her sal li cîhanê nêzî 500 hezar erdhej pêk tên. Li cîhanê erdhej herî zêde li herêma Pasîfêkê pêk tên. Li gor texmînan ji sedî 80’yê erdhejan li vê herêmê pêk tên û ev herêm wek xeleka agirîn tê binavkirin. Dîsa ji sedî 70’yê çiyayên agirîn ên ku hîna çalak in, li ser vê xetê ne. Şikesteka ku ji Şîliyê dest pê dike, ber û berê rojavayê qeraxên Amerîkaya Başûr didome, Amerîkaya Navîn digire nav xwe, li qeraxên rojava yên Amerîkaya Bakur jî didome, heta Alaskayê diçe, ji wê derê ber bi başûr dadikeve, Japonya, Filîpîn, Gîneya Nû û giravên başûrê Pasîfîkê û Zelandaya Nû digire nav xwe. Bi kinasî parzemînên Asya û Amerîkayê di bin bandora vê şikestekê de ne.

Şikesteka Alp û Hîmalayan

Piştî Pasîfîkê şikesteka herî mezin a ku bi navê Alp û Hîmalayan tê zanîn e. Ev şikestek ji Endonezyayê dest pê dike, ber û berê Çiyayên Hîmalayan didome, di Îran û Kurdistanê re derbas dibe, digihîje Deryaya Spî û ji wê derê jî diçe digihîje Çiyayên Alpê yên li Ewropayê. Erdhejên ku li Kurdistanê pêk tên, encama vê şikestekê û milên wê yên biçûk in. Şikestekên din jî mirov dikare ji nexşeyên cîhanê yên erdhejê bibîne.

Beşa zanistê ya ku erdhejê vedikole sîsmolojî ango erdhejzanî ye. Sîsmolojî ji vekolandina awayê pêkhatina erdhejê, alav û amûrên ku tên bikaranîn, encamên erdhejan û zirarên ku pêk tînin, rêbaz û tedbîrên ji bo kêmkirina ziraran pêk tê. Ev hemû, qada zanista bi navê sîsmolojiyê pêk tînin.

Têgehên der barê erdhejê de

Çend têgihên têkildarî sîsmolojiyê yên sereke ev in:

Şikestek (fay); şikestin an jî derizînên ku ji ber tevgerên lewheyan pêk tên.

Navenda hundir (hypocenter); di bin erdê de cihê ku erdhej pêk tê. Cihê ku şikestek pêk tê ye. Wek xala navendê tê binavkirin.

Navenda derve (epicenter); li ruyê erdê cihê herî nêzî navendê ye. Mirov dikare bibêje cihê ku erdhej dide der e.

Kûrahiya navendê; dûrbûna navendê ya ji ruyê erdê ye.

Pêşerdhej: erdhejên biçûk ên ku beriya erdhejên mezin pêk tên.

Paşerdhej; erdhejên ku piştî erdhejên mezin pêk tên.

Tundiya magnîtud; pîvana tundiya erdhejê ya ku li ruyê erdê tê hîskirin e.

Pêlên S (Secondary wave); pêlên ku ji xala navendê rasterast dertên ruyê erdê ne. Hilweşîn û guherînên li ruyê erdê ji ber van pêlan pêk tên.

Pêlên P (Primary wave); pêlên ku pêşiyê digihîjin ruyê erdê ne. Lê li gor ruyê erdê berwarkî belav dibin. Taybetiyeke wan a hilweşandinê tune.

Paleosîsmolojî; vekolandina şopên erdhejên berê ye. Hewl tê dayîn ku ji wan şopan agahiyên der barê erdhejan de bên berhevkirin.

Sîsmolojî (erdhejzanî); weke beşeke zanistê nû ye. Xebatên zanistî yên ku bûne bingeha zanînên îroyîn, piştî salên 1700’î dest pê kirine. Gav bi gav pêş ve çûne û gihîştine asta îroyîn. Lê mirov dikare bibêje, ku bingeha van xebatan kevntir e. Lewre erdhejan her tim bandor li jiyana mirovan kiriye û mirovan jî hewl daye, ku vê diyardeya xwezayî têbigihîjin. Ji ber vê yekê jî ne dûrî aqilan e, ku xebatên têkildarî erdhejê xwediyê rabirdûyeke kevnartir bin. Amûra ku ji bo tespîtkirina berê pêlên erdhejê hatiye çêkirin a ku tê zanîn, li Çînê piştî zayînê di sala 132’yan de hatiye çêkirin. Agahiyên herî kevn jî ji beriya zayînê ji salên 1880’î mane.

Ji bo ku tevgerên erdê bên şopandin û tomarkirin, hinek sensor tên bikaranîn, ku ji wan re jî sîsmometre tê gotin. Ev sensor li derên cuda tên bicihkirin û agahî tên berhevkirin. Di mijara alav û amûran de bala mirovan li ser amûrên ku dê ji pêş ve bikaribin dema erdhejê tespît bikin e. Lê heta niha pergaleke wisa nehatiye afirandin.

Pîvandina erdhejan

Hêza enerjiya ku di dema erdhejê de dertê holê wek magnîtud (magnitude) tê binavkirin. Ji bo pîvandina vê hêzê jî Pîvanga Richter tê bikaranîn. Lê ev pîvang ne amûrek e, ew formuleke matematîkî ye. Ji aliyê zanyarê DYA’yî Charles Francis Richter ve di sala 1935’an de hatiye afirandin. Li gor baweriya zanyaran ne pêkan e, ku li gor vê pîvangê tundiya erdehejekê ji 9.5’an mezintir be. Ji derveyî pîvanga Richter pîvang û formulasyonên wekî din jî hene.

Di dîrokê de erdhejên herî giran

Li gor agahiyên ku ji aliyê hinek çavkaniyan ve hatine tomarkirin, hinek erdhejên mezin ên ku di pêvajoya dîrokî de pêk hatine ev in:

Gîrît, piştî zayînê di 365’an de pêk hatiye û li gor texmînan 50 hezar kes mirine.

Antaqya, di 526’an de pêk hatiye, 250 hezar kesan jiyana xwe jidest daye.

Damgan (Îran), di sala 856’an de pêk hatiye, 200 hezar kes mirine.

Misira Jorîn, di sala 1201’ê de pêk hatiye. Tê gotin ku milyonek mirov mirine. Lê ku mirov li rewşa nifûsê (gelhe) ya wê demê bifikire, ev hejmar dûrî aqilan dixuyê.

Şançî (Çîn), di sala 1556’an de pêk hatiye, 830 hezar kesan jiyana xwe ji dest daye.

Kalkuta (Hindistan), di sala 1737’an de pêk hatiye, 300 hezar kesî jiyana xwe ji dest daye.

Gansû (Çîn) di sala 1920’an de pêk hatiye, pîleya tundiya wê 8.5 bûye û 200 hezar kesan jiyana xwe ji dest daye.

Tokyo (Japonya) di 1923’an de pêk hatiye, pîleya tundiya wê 8.3 bûye û 99 hezar kesan jiyana xwe ji dest daye.

Erzingan (Kurdistan), di sala 1939’an de pêk hatiye, pîleya tundiya wê 8.0 bûye û 33 hezar kesan jiyana xwe ji dest daye.

Zirara ku erdhej dide, bi tenê li gor pîleya tundiyê pêk nayê. Hinek hêmanên din ên wek zêdebûna gelheyê, çawaniya avahiyan û her wekî din jî bandorê lê dikin.

Li gor Pîvanga Richter çend erdhejên herî mezin ên ku rasterast hatine pîvandin û vekolandin, ev in:

Şîlî, di 1960’î de pêk hatiye, pêşiyê pîleya tundiya wê wek 8.6 hatiye diyarkirin lê li gor lêkolînên ku paşê hatine kirin, derketiye holê ku tundiya wê 9.5 bûye.

Sûmatra (Endonezya), di 24’ê berfanbara 2004’an de pêk hat. Pîleya tundiyê pêşiyê wek 9.5 hat diyarkirin û paşê wek 9.0+ hat sererastkirin. Tê gotin, ku vê erdehejê bi qasî cm’yekê cîhan ji cihê wê leqandiye.

Prince William Sound (Alaska), di 27’ê Adara 1964’an de pêk hatiye. Pîleya tundiyê wek 9.2 hatiye pîvandin.

Japonya, 11’ê Adara 2011’an pêk hat, pleya tundiya wê wek 9.0 hatiye pîvandin. Tsûnamiya ku piştî vê erdhejê rabû, tevahiya cîhanê di televîzyonan de bi awayekî zindî temaşe kir. Vê tsûnamiyê li santrala nukleer a Fûkûşîmayê jî da û bû sedema karesateke nukleer jî.

Piştî erdhejan Tsûnamî

Mijareke din a ku rasterast bi erdhejê ve girêdayî ye û wek encama wê dertê holê jî Tsûnamî ye. Tsûnamî di encama erdhejên di bin zerya û deryayan de pêk tên. Pêlên Tsûnamiyê li qadeke pir berfireh belav dibin. Dikarin ji qeraxekê bigihîjin qeraxe din a zeryayan. Pêl bi deh metreyan bilind dibin. Pêlên ku bilindahiya wan digihîje 30, 40 metreyan jî hene.  Ev pêl ku bigihîjin bejahiyê, zirareke pir mezin didin jiyana mirovan. Tsûnamiya ku di encama erdheja sala 2004’an a Sûmatrayê de pêk hatiye û wek Tsûnamiya Zeryaya Hindê ya 2004’an tê binavkirin, gihîştiye peravên 14 welatan û bûye sedema mirin an jî windabûna 230 hezar kesan. Li gor agahiyên heyî ji sedî 80’yê tsûnamiyan li herêma Pasîfîkê pêk tên.

Agahiyên der barê tsûnamiyan de ên herî kevn ji serdema yewnaniyan ve mane. Dîroknasê bi navê Tûkîdîdîs beriya zayînê di salên 400’î de behsa vê diyardeyê û têkiliya wê ya bi erdhejên bin deryayan re kiriye. Dîsa li gor ku dîroknasê romayî Ammianus Marcellinus radigihîne, piştî zayînê di sala 356’an de li Îskenderiyeyê tsûnamî rabûye û bajar hilweşandiye. Nîqaşên der barê Tsûnamiyan de ji wê demê ve didomin. Tsûnamiyên herî mezin ên ku heta niha hatine tomarkirin ev in:

Tsûnamiya erdheja Şîliyê ya ya sala 1960’î, Tsûnamiya erdheja Alaskayê ya 1964’an, Tsûnamiya Zeryaya Hindê ya 2004’an (Sûmatra), Tsûnamiya Tohokû (Japonya) a sala 2011’an.

Tsûnamî bi du awayan zirarê didin derdorê. Yek; dema ku tên, pir bi şid li bejahiyê dikevin û çi li pêşiya wan hebe, hildiweşînin. Ya duyemîn; dema ku pêl paşve vedikişin jî çi bikeve ber wan bi xwe re dibin.

Ji bo haydarkirina mirovan a ji tsûnamiyan, hinek nîşan û pergalên şiyarkirinê tên bikaranîn. Pergala şiyarkirinê ya herêma Pasîfîkê li Honoluluya Hawaiyê ye. Japonyayê jî li qeraxên deryayê ji bo şikênandina pêlên tsûnamiyan dîwarên ku bilindahiya wan digihîje 12 metreyan ava kirine. Dîsa ji bo vekişîna pêlên tsûnamiyan kanalên cuda çêkirine. Lê ev bergirî di tsûnamiya sala 2011’an de bi kêr nehatine.

Endezyariya erdhejê û tedbîr

Li cîhanê cihên ku herî zêde erdhej lê pêk tên, di heman demê de cihên ku mirov zêdetir lê dijîn in. Ji bo xweparastina ji erdhejan jî tedbîr û bergirî divên û ev jî karê endezyariya erdhejê ye.

Wek ku tê zanîn di erdhejan de ji ber hejînê gelek avahî, rê, pire, bendav, santralên enerjiyê, qadên pîşesaziyê û her wekî din hildiweşin. Endezyariya erdhejê ji bo ku ev hilweşîn pêk neyên li rê û rêbazên nû digere. Beşa endezyariyê ya ku çawaniya erdhejan vedikole, xetreyan destnîşan dike û ji bo bergirtinan sûdê ji zanistên din werdigire ye.

Ji bo berxwedêriya avahiyan a li hemberî erdhejê, ji pêvajoya sêwirandina avahiyan bigire heta kereseyên ku tên bikaranîn, divê hemû kar li gor pîvanan bên kirin. Japonya li tevahiya cîhanê ji bo vê yekê wek mînak tê nîşandayîn.

Ya rast, îro her çiqas endezyariyeke bi navê endezyariya erdhejê derketibe holê û di vê qadê de xebatên xwe bimeşîne jî, parastina civakan a ji erdhejê bi tenê ne karê qadeke endezyariyê ye. Ji bo ku erdhej nebin sedema karesatên mezin, divê hişmendiya rêvebirina civakê biguhere. Divê hemû sazî û dezgeh karên xwe li gor pîvanan û li gor berjewendiyên civakê bimeşînin.

Sîgorta û fonên erdhejê

Mijareke din a têkildarî erdhejê jî, nêzikatiya sermayeyê ye. Wek hemû bûyerên xwezayî û civakî dixwaze ji erdhejê jî di asta herî jor de sûdê wergire. Ji bo vê yekê jî dest dirêjî derfetên civakê yên aborî dike. Mînaka vê yekê ya herî berbiçav jî, pereyên ku di bin navê sîgortayên erdhejê de tên berhevkirin in. Ew pereyên ku di bin vî navî de tên komkirin, di şûna ku ji bo bergiriyên erdhejê bên xerckirin de bi armancên cuda tên bikaranîn. Pergala bankayan a xwînmij hinekî din tê xurtkirin, fonên erdhejê dibin mijara gendelî û rantxuriyê. Dibe ku pêdivî bi sîgorta û fonên erdhejê hebe. Wek amadehiyekê ev pergal dikarin bên sazkirin. Lê ji rewşa heyî baş tê famkirin, ku ev kar nikarin bi hişmendiya modernîteya kapîtalîst bên kirin. Lewre hişmendiya modernîteya kapîtalîst bi tevahî li gor kedxwariyê teşe girtiye. Her tim ji civakê dixwe. Ji ber vê yekê jî bi tu awayî nikare civakê biparêze. Ji bo parastina civakê divê di serî de hişmendî û pergala heyî biguhere.

Bac ji bo erdhejê nayên xerckirin

Di van erdhejên dawîn ên ku li Gurgumê pêk hatin de jî heman tişt derket holê. Bacên ku li ser navê erdhejê hatine berhevkirin jixwe li holê tune ne, li aliyê din saziya sîgortaya erdhejê ya ku bi salan pereyan bi zorê ji mirovan kom dike, ji bo xaniyên ku hilweşiyane, pîvaneke wisa diyar, ku ji çaran yekê buhayê xaniyan nake û ne pêkan e, ku mirov bikaribin bi wî buhayî bibin xwediyê xaniyên nû.

Me got, ku erdhej encamên liv û tevgerên lewheyên tewqa lîtosferê ne. Dema ku erdhej tê gotin jî, her tim bi awayekî neyînî tê hişê mirov. Lê ya rast pêkhatina şert û mercên jiyanê jî dîsa encama van liv û tevgeran e. Xweza li gor zagonên xwe tevdigere. Mirov û jiyana civakî jî beşek ji vê xwezayê ne. Xweza û civak ji hev qût û dûrî hev nîn in. Ku mirov bikaribin bi awayekî bi xwezayê re lihevkirî teşe bidin jiyana xwe, dê bikaribin xwe ji encamên erdhejan ên neyînî jî biparêzin.